ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Tebaxa 2018'an. -
Çalakiyên protestokirina dewleta Tirk li Ewropa dewam dikin
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê ku têde Zekî Şengalî şehîd bû bi çalakiyan protesto dikin. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Li Berlîn û Lîmasol êrîşa Şengal hate protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li paytexta Elmanya Berlînê, bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê meşek lidar xistin. Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî êrîş hatin protesotkirin. -
Li Hannoverê êrîşa şengalê bi mîtîngekê hate protestokirin
Qetilkirina Endamê Koordînasyona Êzidiyên Şengal û endamê Konseye Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ê di êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê de, li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi mîtîngekê hate protestokirin. -
Li Wanê panela ciwanan: Em ê bi têkoşînê ser bikevin
Parlemeterên HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel û Bedîa Ozgokçe Ertan ên di panela ciwanan a li Wanê hate lidarxistin de axivîn, bal kişandin ser rol û teşeya ciwanan a di têkoşîna şoreşê de. -
Qetilkirina Şengalî li Melboûrne hate protestokirin
Şehîdbûna endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ya di encam êrîşa balafirên şer ên Tirk de li Melboûrneyê hate protesokirin. -
Mexmûrî ber bi Şengalê ve birêketin
Ji Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji bo tevlîbûna merasîma cenazeyê Mam Zekî Şengalî karwanek wesayîtan ber bi Şengalê ve birêket. -
Rejîma AKP’ê li Wanê muzîka Kurdî asteng dike!
Polîsên Tirk nahêlin ku li Wanê muzîsyen bi Kurdî bistrin. Muzîsyen li gel zextan jî li ser hunera Kurdî rawestiyane. -
Çareseriya Erdogan û patronan:Ji kar avêtin
Patronên ku ji gotinên Erdogan hêz girtin, dest bi avêtina ji kar a karkeran kirin. Li Dîlokê bi sedan karker ji kar hatin avêtin. -
Saziyên derecekirina krediyan notên Tirkiyê kêm kirin
Saziyên derecekirina krediyan ên navnetewî S&P û Moody's notên Tirkiyê kêm kirin. -
Rejîma AKP’ê li Şirnexê 66 qad qedexe kir
Rejîma AKP’ê li navçeyên Elkê û Qilebanê ya Şirnexê 66 qad heta 15 rojan qedexe kir. -
Avê nadin girtiyên li Elanyayê
Diyar bû ku av û elektrîkê nadin girtiyên li Gîrtîgeha Tîpa L ya Elanyayê. Diyar bû ku qerdiyan tundiyê li girtiyan dikin. -
‘Em ê pêgirê têkoşîna hevrê Zekî bin’
Kongreya Gelan a Mezopotamyayê: Divê were zanîn ku qedera me gelê Asûr-Sûryan û Kurdên Êzîdî yek e û em ê pêgirê têkoşîna hevrê Zekî bin,li dij kujeran têkoşîna xwe em ê bidomînin. -
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê tên protestokirin
Li gelek bajarên Ewrûpa û li Rûsyayê qetilkirina Endamê Koordînasyona Êzidiyên Şengalê Zekî Şengalî bi çalakiyan tê protestokirin. -
ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2018’AN
Rojeva 18’ê Tebaxa 2018’an -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
Êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê hate protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qetilkirina Zekî Şengalî li Ewropa bi çalakiyên hatin lidarxistin hatin protestokirin. -
NAV-YEK’ê li dijî êrîşa Şengalê banga tevlîbûna çalakiyan kir
NAV-YEK’ê navnîşana çalakiyên ku wê li Hanover, Dusseldorf, Hambûrg, Bîelefeld û Berlînê bên lidarxistin eşkere kir. -
Kurdên li derveyî welat dadikevin kolanan
KCDK-E, ji bo li dijî êrîşên li ser Şengalê çalakiyan lidar dixin. KCKD-E navnîşana çalakiyan ragihand. -
Ciwanên Azad: Li dijî faşîzmê demê serî rakirinê ye
Ciwanên Azad, piştî êrîşa balafirên şer a li dijî Şengalê banga ‘Li dijî faşîzmê serî hildin’ kir. -
Êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê, li Kolnê hate şermezarkirin
Bomberdûmana dewleta Tirk a li Şengalê, li bajarê Koln ê Elmanyayê hate şermezarkirin. -
Sûîqesta li Mam Zekî û pirsên li benda bersivê ne
Tevî ku di rojevê de nebû, Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî çû Tirkiyeyê. Li gorî daxuyaniyên fermî, di serdanê de pirsgirêkên avê, ewlekarî û aboriyê hatine nirxandin. Rojek piştî ku ji Enqereyê vegeriya endamê Koordînasyona Êzidiyan Mam Zekî şehîd xistin. -
Kurdên li Rûsyayê êrîşa li ser Şengalê şermezar kirin
Kurdên li paytexta Rûsyayê Moskowê, êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kirin. -
MLKP/Rojava, Zekî Şengalî bibîr anî
MLKP/Rojava, Zekî Şengalî bibîr anî û bal kişand li ser berpirsyariya Erdogan a bûyerê û got, “Dewleta Tirk a di nav qeyranê de biperpite, ji bo hêrsa kedkarên kom bûyî belav bike, êrîş dibe ser hêzên pêşengiya raperînan dikin.’