PIŞTGIRIYA JI BO BANGA RÊBER APO
Gerry Adams ê ku navbera salên 1983 û 2018’an serokê Tevgera Sinn Feîn bû û Declan Kearney ê ku serokê niha yê tevgerê ye, ji bo pêvajoya ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de dayî destpêkirin peyama piştgiriyê weşandin.
Peyama Gerry Adams bi vî rengî ye:
“Merhaba hevalno, gelên Rojhilata Navîn ev demeke dirêje ji mafên mirovan ên bingehîn bêpar dimînin û netew nikarin qedera xwe diyar bikin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kirî, xaleke girîng a werçerxê bû. Sinn Feîn piştgiriyê dide pêvajoyeke aştiyê ya Tirk-Kurd a li ser esasê diyalog, hurmet, edalet û wekheviyê.”
Peyama Declan Kearney jî bi vî rengî ye:
“Ez Serokê Netewa Sinn Feîn Declan Kearney, me bi lîderên din re yên ku piştgiriyê didin banga aştiyê ya Abdullah Ocalan, îmze avêt daxuyaniyeke hevpar. Pêvajoyeke aştiyê ya ku di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û nûnerên din ên siyasî yên Kurd re bê meşandin, divê hemû aliyan bigire nava xwe û diyalog esas e. Beriya her tiştî Sinn Feîn difikire ku divê Abdullah Ocalan ji girtîgehê were berdan; azadiya wî ji bo destpêkirina pêvajoyeke berfireh û lihevkirineke siyasî pir girîng e. Di heman demê de em ê piştgiriya ji bo hewldanên aştiyeke hîn berfireh a li Rojhilata Navîn, bidomînin. Em dixwazin ku dewleta Îsraîlê zilma li ser gelê Fîlîstînê bi dawî bike.”