Êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê hate protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qetilkirina Zekî Şengalî li Ewropa bi çalakiyên hatin lidarxistin hatin protestokirin.

 Êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengal û qetilkirina Zekî Şengalî li Ewropa ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve bi çalakiyan tê protestokirin. Li bajarê Lîverpoll ê Îngîltereyê ji aliyê Meclîsa Gel a Northewsê Kurdistaniyên li navenda bajar kom bûn bi armanca protestokirina dewleta Tirk meşek lidar xistin.

Di meşê de bi Îngilîzî axaftin hatin kirin, hate gotin ku êrîşa dewleta Tirk a 15’ê Tebaxê berdewama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an e.

MELBORÛRNE

Li bajarê Melborûne yê Avûstûryayê Şehîd Zekî Şengalî ji aliyê Kurdistaniyan ve li Navenda Civaka Demokaratîk (NCDK) bi aktivîteyekê hate bibîranîn. Di bîranîna bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir de, hevseorkên NAV-KURD’ê Suleyman Ateş û Hîlal Canpolat axivîn, jiyana Şehîd Zekî Şengalî û têkoşîna wî vegotin. Di bîranînê de hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê hate protestokirin. Ji bo çalakiya ku wê sibe saet 13:00’an li navenda Melboûrnê bê kirin jî banga tevlîbûnê hate kirin.

BRÛKSEL

 Li paytexta Belçîka Brûkselê jî ji bo Atakan Mahîr ê li Dersimê şehîd bibû û Zekî Şengalî li pêşiya Sefaretxaneya Tirk saet 16:00’an di pêşengtiya NCKD û Meclîsa Jinan a Şehîd Bêrîvan de çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa ‘Faşîst Erdogan, destê xwe yê bi xwîn ji Şengalê vekişîne’ hate vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” û “Ji Şengalê re azadî” hatin qîrkirin.

BREMEN

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê jî li pêşiya Parlemetoya Eyaletê qetilkirina Zekî Şengalî ya di encama êrîşa dewleta Tirk a bi hevkariya PDK û Iraqê, hate protestokirin. Çalakiya ji aliyê NAV-YEK’ê ve hate amadekirin, Komeleya Dmeokratîk a Kurd a Bremen û Mizgefta Seîd Kurdî jî piştgirî kir.

Di çalakiyê de hate gotin ku divê Ewropa û welatên din ên Ewropa li dijî êrîşên li ser Êzidiyan bêdeng nemînin û wiha hate gotin: “Qirkirina li ser gelê Yahûdî hate kirin, îro li ser Êzidiyan tê kirin.”

Di çalakiyê de banga navneteweyî hate kirin. Her wiha ji bo çalakiya ku sibe wê li pêşiya Anagtar Eyaletê ya ku saet 16:00’an pêk were jî bang hate kirin.