Êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê, li Kolnê hate şermezarkirin
Bomberdûmana dewleta Tirk a li Şengalê, li bajarê Koln ê Elmanyayê hate şermezarkirin.
Bomberdûmana dewleta Tirk a li Şengalê, li bajarê Koln ê Elmanyayê hate şermezarkirin.
Ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê ku endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû, li gelek bajarên Ewropayê çalakî tên lidarxistin.
Li Kolnê di çalakiyê de hate gotin, "Doh DAÎŞ'ê êrîş dikir, îro jî Erdogan êrîş dike" û bêdengiya Ewropayê hate şermezarkirin.
Çalakgeran diyar kirin ku heta komkujî biqedin wê dakevin qadan. Di çalakiyê de dewleta Tirk û hêzên destekê didin wê hatin şermezarkirin.