Ciwanên Azad: Li dijî faşîzmê demê serî rakirinê ye

Ciwanên Azad, piştî êrîşa balafirên şer a li dijî Şengalê banga ‘Li dijî faşîzmê serî hildin’ kir.

Ciwanên Azad têkildarî Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ya di encama sûîkastekê de 15’ê Tebaxê şehîd bibû daxuyaniyek da.

Rêxistina ciwanan got: “Sûîkasta li hember hevrê Zekî Şengalî tê wateya pêvajoyeke nû ya qirkirinê ya li hemberî civaka Êzidiyan.”

Ciwanê Azad wiha got: “Ji dewletekî ku hebûna xwe li ser tinebûna gelê Kurd dide avakirin tiştekî din jê nayê hêvîkirin.” bal kişand ser demê êrîşê û ev tişt got:

“Pêkanîna sûîkastê ya heman demê di roja vejîna Gelê Kurd de ye. Gelê me 15’ê Tebaxê xwe gihandiye zanabûna ferqa xwe û pratîkbûna vê raber kiriye.”

Ciwanên Azad ev nirxandin kir: “Em weke Ciwanên Kurd em ê ne tenê hêviya wan a ku xwestin 15’ê Tebaxê roja vejîna Kurdan têk bibin di gewriya wan de bihêlin. Ciwanên Apoyî bi ruhê SERÎ HILDE wê faşîzmê têk bibe û ji welatê xwe bavêje.”

Ciwanên Azad a daxuyakirin ku wê qirkirinên nû û dagirkeriyê bi berxwedanê hilweşîne ev tişt got:

“Şehîdbûna Hevrê Zekî di serî de ji bo ciwanên Êzidî û hemû ciwanên Kurdistanê bangeke. Ciwanên Kurd divê li dijî êrîşên li ser Êzidiyan li her derê di nava çalakiyan de bin û xwedî li Şengalê derbikevin. Li çar parçeyên Kurdistanê êrîşên hov li ser gelê Kurd tê kirin, li beramberî vê jî têkoşînekî bê hempa tê kirin, di demekî wiha de ciwanên Kurd divê xwedî li şehîd û têkoşîna xwe derbikeve, tola wê hilîne. Weke fedayîyekî yê hêviyên hevrê Zekî, soza xwedîderketina li têkoşîna wî ya bi ruhê Apoyî ya li Şengalê derbikevin. Dem demê bi îdeolojiya ramanê Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin û li dijî faşîzmê serî hildîn e.Ji Celle heta Êzidxanê, em ê li gel Êzidiyan û tola Mam Zekî hilînin. Em ê heta avakirina Kurdistaneke azad û jiyaneke wekhev têkoşînê bidomîni.”