BERXWEDANA 15-16’Ê HEZÎRANÊ
Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê got, “Berxwedana mezin a di 15-16’ê Hezîrana 1970’an de, bûye yek ji deriyên dîrokî ya karkerên li Tirkiyeyê û têkoşîneke ku ji bo mafên demokratîk, heq û azadiya sendîkayan destpê kiriye.”
Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
“55 sal li ser Berxwedana 15-16’ê Hezîranê derbas bûn. Daxwazên wê rojê û ruhê têkoşînê, di Tirkiyeya roja îro de hîna nûbûna xwe diparêze. Ji ber ku heq û azadiyên sendîkayî, dîsa bi rengekî azad nayên bikaranîn û kedkar hîna jî ji baceke li gorî rumeta mirov û şert û mercên xebitînê, bêpar dimînin. Bi milyonan karker û kedkar, bi baceke di bin sînorê birçîtiyê de hewl didin bijîn.
Li dijî sîstemeke ku dengê kedkaran bêdeng dike, grevan qedexe dike û sendîkayan bêbandor dike, em wekhevî, edalet, aştî û azadiyê bi hev re diparêzin.
Lewma em car din îfade dikin:
*Divê astengiyên li pêşiya rêxistinbûna sendîka û mafê grevê, were rakirin û taloqkirina grevan û zext bi dawî bibin.
*Divê baca asgarî were asta jiyana bi mirovane, herî kêm qasî nîviyê sînorê xizantiyê be û di her 3 mehan de carekê li gorî enflasyona rast nû bibe.
*Divê pêşî li mirina karkeran û xebata bêewlekarî were girtin û ji bo kedkaran şert û mercên bi ewle û tendurist werin dabînkirin.
*Divê cihêkariya piranî ya ku bi serê kedkarên jin, ciwan û kedkarên koçber tê, ji holê were rakirin; ji bo her kesê mafê baca wekhev û xebitîna bi ewle were naskirin.
Ruhê 15-16’ê Hezîranê, îro jî rêya karkerên li Tirkiyeyê ronî dike. Weke kedkar, jin û ciwanên vî welatî, em xwedî wê hêzê ne ku bi hev re bi têkoşîna hevpar vê sîstemê biguherin. Weke DEM Partî, em xwedî li vê têkoşîna dîrokî derdikevin; ji bo Tirkiyeyek demokratîk têkoşînê mezin dikin. Em ê bi ruhê berxwedanê yê 15-16’ê Hezîranê têkoşîna li dijî faşîzm, mêtingerî û zextê bidomînin!”