Rejîma AKP’ê li Wanê muzîka Kurdî asteng dike!

Polîsên Tirk nahêlin ku li Wanê muzîsyen bi Kurdî bistrin. Muzîsyen li gel zextan jî li ser hunera Kurdî rawestiyane.

Li Wanê ev salek e li kolanên sereke muzîk tê kirin. Polîsên Tirk seraqet zextê li muzîsyenên kolana Cumhuriyet û Mmeraşê dikin û dibêjin, ‘bi Kurdî nestrin’. Ciwanên ku gelek caran hatin destgîrkrin, dîsa jî muzîkê dikin.

 ‘ÇAVNEBARIYA LI KURDÎ’

Orhan Çelîk ê stranbêj got, ‘’Em bi Kurdî distrên lê ew dibêjin hûn muzîka siyasî dikin. Nehiqûqiyê dikin. Kezeba me reş dikin. Li bara Kurdî çavnebar in. Bi vî karî pere dikevin destê me û di ber vê de me muzîkê didin civakê. Ev helwest nayê qebûlkirin.’’

 ‘LI GEL HER TIŞTÎ JÎ MUZÎK..’

Yûsûf Alan ku bi Çelîk re muzîkê de got, gelek caran ew hatine destgîrkirin û tim zextê li wan dikin û dibêjin, ‘hûnê stranên siyasî nestrin’. Alan got polîsan ji bo muzîkê qada destwerdana rewa ava kirine û got ew ê stranên xwe yên bi Kurdî bidomînin.