Çalakiyên protestokirina dewleta Tirk li Ewropa dewam dikin

Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê ku têde Zekî Şengalî şehîd bû bi çalakiyan protesto dikin.

Qetilkirina Endamê Koordînasyona Êzdiyên Şengal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî ya di encama êrîşên dewleta Tirk de li gelek bajarên Ewropa bi çalakiyên girseyî tê protestokirin.

ISHOJ: Li bajarê Isoj ê Danîmarkayê êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê hate protestokirin. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin banga xwedîderketina li Şengalê hate kirin.

VIYANA: Li paytexta Avûstûrya Viyanayê li pêşiya sefaretxaneya Tirk êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê hate protestokirin. Di çalakiyêde li gel hildana wêneyên Mam Zekî Şengalî alên KCK, YBŞ û YJŞ’ê hatin bilidnkirin. Di axftinên li vir hate kirin de, wê keda Mam Zekî ya ji bo Şengalê kirî ti car ji bîr nekin.

LÎNZ : Kurdistaniyên ku saet 18:00’an li bajarê Lînz ê Avûstûryayê li hev kom bûn bi mîtîngekê êrîşa li ser ser Şengal û qetilkirina Zekî Şengalî protestokirin. Di axaftinên mîtîngê de hatin kirin êrîş şermezar kirin û dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Kujer Erdogan” û “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bi cehenime” hatin qîrkirin.

DUSSELDORF: Bi tevlîbûna du hezar kesî li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê jî êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê bi meşekê hate şermezarkirin. Meş ji Fed-Med NRW’ê destpê kir û li vir Hevserokê Fed-Med’ê Engîn Seven, siyasetmedara jin Besîme Konca û Ji Federasyona Êzidiyan Hecî Çelîk axivîn.

HAMBÛRG: Qetilkirina Mam Zekî Şengalî û êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê li bajarê Hambûrg ê Elmanayê jî bi meşeke girseyî heate şermezarkirin. Meş saet 17:00’an bi kombûna gel a li Hechmannplatezê ji ser Jûngfernstîeg heta Sefaretxaneya Tirk dewam kir.

MANNHEÎM: Bi armanca protestokirina êrîşa artêşa Tirk û qetilkirina Şehîd Mam Zekî Şengalî li bajarê Mannhemîm ê Elmanyayê jî li pêşiya HBF Mannheîmê mîtîngek hate kirin. Gelek Kurdistanî tevlî mîtîngê bûn. Li ser navê NCKD Halîs Dogan axivî û piştre belavoka bi zimanê Elmanî hatibû amadekirin hate belavkirin û xwendin.

LONDON: Li bajarê London ê Bîrîtanyayê êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê ku têde endamê Koordînasyona Êzidiyên Şengalê şehîd bibû bi mîtîngekê hate protestokirin.Di çalakiyê de li ser navê saziyan bang hate kirin ku li dijî êrîşa serî hildin û êrîşa li ser şengalê şermezar kirin.

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê bi tevlîbûna 500 kesî êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê hate protestokirin. Girseya ku li Qada Repûblîqûe hatin ba hev heta Qada Cahteletê dom kir. Li vir çalakî vegeriya mîtîngê. Mîtîng piştî axaftinan û şûnde bi dawî bû.

BOLZANDO: Li bajarê Bolzando yê Îtalyayê jî çalakiyek hate kirin. Çalakiya ku Kurdistanî û Îtalî tevlî bûn, axaftin hatin kirin û wiha hate gotin: “Ev sûîkast dewama qetlîama Şengalê ye”. Çalakî bi dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ û ‘Terorîst Erdogan’ ve bi dawî bû.