Kurdên li Rûsyayê êrîşa li ser Şengalê şermezar kirin

Kurdên li paytexta Rûsyayê Moskowê, êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kirin.

Kurdên li Moskowayê, li Mala Kurdan hatin cem hev û êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kirin.

Daxuyanî li ser navê Kurdên li Rûsyayê ji aliyê Rafîka Kamil û Tara Qadir ve hate dayin.

Kamil êrîşa li ser Şengalê şermezar kir û ji ber şehîdbûna Endamê Koordînasyona Êzîdiyên Şengalê û Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî sersaxî ji gelê Kurd û malbata Şengalî re xwest. Kamil got, bi vê sûîqesta li ser Şengalî armanc ew e ku civaka Êzîdî bê lîder bihêlin. Kamil ev êrîş weke dewama komploya navneteweyî bi nav kir û got, di vê êrîşê de destê Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî heye. 

Kamil diyar kir, ew gumanê jê dibin ku ev êrîş bi îxaneta rêveberiya Başûrê Kurdistanê bûye, rêveberiya Başûrê Kurdistanê her çendî gelek caran gotibe Êzîdî parçeyek ji wan in jî heta niha ji bo parastina wan tiştek nekirine, berovajî vê, bi dijminên Kurdan re hevalbendiyê dikin.

Kamil bal kişande ser wê ku ev êrîş piştî ku Serokwezîrê Iraqê Heydar Ebadî ji serdana Enqereyê vegeriyaye pêk hatiye û ev jî nîşana wê ye ku haya rêveberiya Iraqê jê hebûye.

Kamil got, êrîşên dewleta Tirk û komkujiyên çeteyên DAÎŞ'ê dewam dikin û bang li Êzîdiyên li Rûsyayê kir ku van êrîş û komkujiyan şermezar bikin.

Saziyên gelê Kurd û civaka Êzidî yên li Rûsyayê jî bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa 15’ê Tebaxê ya li ser Şengalê şermezar kirin. 

Di daxuyaniyê e hate gotin ew saziyên sivîl ên Kurd van êrîş û sûîqestên dewleta Tirk şermezar dikin. Her wiha hate gotin dewleta Tirk ji ber ku Kurdan DAÎŞ tine kirin, bi van êrîşan heyfa DAÎŞ'ê ji Kurdan hiltîne.

Her wiha rola rêveberiya PDK'ê ya di vê êrîş û sûîqestê de hate destnîşankirin û hate gotin, PDK bi rengekî vekirî li Başûrê Kurdistanê destekê dide gavên Tirkiyeyê û hevkariyê pê re dike. Bang hate kirin ku PDK dev ji 'xeta îxanetê' biqere ku bikeve xeta xizmetê ya ji bo berjewendiyên Kurd. 

Her wiha hate xwestin ku hikûmeta Iraqê çavê xwe ji êrîşên hewayî re negire û bang kir ku qada hewayî ji balafirên şer ên Tirk re bigire.

Herî dawî hate gotin xewna Kurdistana azad û Şengala azad ya Zekî Şengal ne dûr e, Zekî Şengalî û bi hezaran zarên Kurdan ji bo vê armancê jiyana xwe feda kirine.