Saziyên derecekirina krediyan notên Tirkiyê kêm kirin

Saziyên derecekirina krediyan ên navnetewî S&P û Moody's notên Tirkiyê kêm kirin.

Saziya derecekirina krediyan a navnetewî Standard&Poor's (S&P), nota krêdiya ya Tirkiyê ya ji cinsê pereyên biyanî ji BB-‘yê kêmî BB+’yê kir. Dîtbarî jî bi rengê ‘rawestiyayî’ dupat kir.

S&P bal kişande ser wê ku dupatkirina bi rengê rawestiyayî ya dîtbariyê, hevsenga rîskê ya 12 mehên pêş ên Tirkiyê destnîşan dike.

KIRPANDINA ‘TEKANE BIRYARDAR ERDOGAN E’

Di daxuyaniyê de bi kirpandinî hate gotin li Tirkiyê avaniya sazûmaniyê, mekanizmaya hevseng û kontrole tine, tekane biryardar Serokkomarê Tirk Erdogan e.

S&P ji bo sala werê pêşbîniya resesyonê dike. Her wiha texmîna enflasyonê ya ji bo 4 mehên pêş jî 22 ji 100’î ye.

Saziya derecekirina krediyê ya navnetewî Moody’s jî nota krediye ya Tirkiyê kêm kir. Saziyê diyar kir ku ew nota krediye ya Tirkiyê ya domdirêj ji ‘Ba2’yê kêmî ‘Ba3’ê dikin, dîtbariyê jî dikin ‘negatîf’.