Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê tên protestokirin

Li gelek bajarên Ewrûpa û li Rûsyayê qetilkirina Endamê Koordînasyona Êzidiyên Şengalê Zekî Şengalî bi çalakiyan tê protestokirin.

ÊRÎVAN

Li paytexta Ermenistan Êrîvanê êrîşa dewleta Tirk a 15’ê Tebaxê ku tê de endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê û Koordînasyona Êzidiyên Şengalê Zekî Şengalî hate qetilkirin, hate şermezarkirin.

Li Êrîvanê bi tevlîbûna Şêwira Gelê Kurd, Komîteya Kurdistanê, Tûnerên Meclîsa Şengal û Rêxistina Jinên Ermenistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de parlementerê Ermenistan û serokê Şêwira Kurd axivî û got: “Di êrîşa li ser Şengalê de hevalê me Zekî Şengalî hate qetilkirin. Dewleta Tirk li kû Kurdek hebe dixwaze qetil bike. Ev jî dewleta Tirk bi xwe nekir, em baş dizanin li pişt vê hevkarên wê hene. Bê ku destûra hikûmeta Iraqê hebe nikarin tiştekî wiha bikin. Em vê êrîşê şermezar dikin.”

Seroka Komîteya Kurdistanê Jînya Qadir jî axivî û diyar kir ku di vê êrîşê de destê hevkaran heye û wiha got: “Ev êşekî mezin e. Hevrêyê me Zekî şehd ket. Em dizanin di vê êrîşê de destê hevkaran heye. Ew bi dijmin re kar dikin. Dîrok wê ew bi xiyanet û hevrêyên weke Zekî Şengalî jî qehreman binivîsînin. Ji bo vê carekî din hemû hêz û aliyên hevkarê vî sûcî şeremzar dikin.”

Endamê Meclîsa Şengalê Silo Diboyan jî got: “Hevrê Zekî 4 salan ji bo civaka Êzidî xebat kir. Ew şoreşgerekî ku di tevgera Kurd de xwedî kedekî mezin e. Wê tola hevrê Zekî bê hilanîn. Bila dijmin vê yekê baş bizanibe ku wê fedayiyên vê civakê hesabê wê bixwazin.”

Ji rêveberên Komîteya Kurdistan û di heman demê de oldar Şêx Tahir jî anî ziman ku wê bi şehîdbûna hevrê Zekî moralê wan xira nebe, bila ew moralê xwe xira bikin ên xayîn û xwe weke partiyeke Kurd didin nîşandan.

Daxuyanî bi şermezarkirina hêzên navneteweyî yên li hemberî van êrîşan bêdengin ve bi dawî bû.

KOPENHAG

Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê hate protestokirin. Kurdistaniyan li îstasyona trênê ya Kopenhagê çalakî li dar xistin û belavok xwendin.

LOZAN

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê jî bi banga CDK-S Lozan û Meclîsa Jinan a Lajînê bi mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî  Şengalê protesto kirin.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin û alayên PKK, YPG, YPJ û MLKP’ê hatin vekirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku bêdengiya dewletên Ewrûpayê nayê qebûlkirin û ew ê têkoşîna xwe geştir bikin.

CENEVRE

Li pêşiya îstasyona trênê ya navendî Kurdistanî û dostên wan mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de belavok hate xwendin û sloganên ‘Tirkiyeya terorîst’, ‘Ewrûpa fînanse dike, dewleta Tirk lêdide’ hatin berzkirin.

GOTTINGEN

Kurdistaniyên ku li bajarê Kassel û Gottingenê yê Elmanyayê dijîn jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê protesto kirin.

Çalakî saet di 17.00’an de li Ganselieselê hate kirin. Di çalakiyê de êrîşên li dijî Şengalê hatin protestokirin.