‘Em ê pêgirê têkoşîna hevrê Zekî bin’

Kongreya Gelan a Mezopotamyayê: Divê were zanîn ku qedera me gelê Asûr-Sûryan û Kurdên Êzîdî yek e û em ê pêgirê têkoşîna hevrê Zekî bin,li dij kujeran têkoşîna xwe em ê bidomînin.

Kongreya Gelan a Mezopotamyayê li ser êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê û bi suîkastê şehîdbûna Endamê Koordînasyona Êzîdî ya ŞengaLê Zekî Şengalî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin Zekî Şengalî li Elmanya dema ku karkarekî fermî bû û xwedî her cure derfet û jiyana rehet bû, pişta xwe da van û li gel malbata xwe tevlî nav refê Tevgera Azadiya Kurd bûye. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Şengalî hem li Ewropa û hem li gelek qadên Kurdistanê xebat kiriye û bi taybet piştî êrîşa DAÎŞ’ê ya ser Şnegalê çûye Şengalê û ji bo parastina gelê Êzîdî bi peywirê aktîf rabûye. Kongreyê bi domdarî got, ‘’Ev xebatên wî dewleta Tirk aciz dikir. Gelek caran çapemeniya faşîst a Tirk ew kire hedef. Herî dawî piştî bazar û peymanên gemarî, dema serdana Ebadî ya li Tirkiyê, derfet dane  Tirkiyê ku li qada hewayî ya Iraqê operasyonê bikin.

Bi destek û îxbara hevkarên xwecih ên Kurdistana Iraqê hevrê Zekî bi operasyona hewayî şehîd bû. Ev kirdarên vê operasyonê û destekarên wê bi tundî şermezar dikin.

Divê were zanîn ku qedera me gelê Asûr-Sûryan û Kurdên Êzîdî yek e û em ê pêgirê têkoşîna hevrê Zekî bin,li dij kujeran têkoşîna xwe em ê bidomînin.’’