Li Wanê panela ciwanan: Em ê bi têkoşînê ser bikevin

Parlemeterên HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel û Bedîa Ozgokçe Ertan ên di panela ciwanan a li Wanê hate lidarxistin de axivîn, bal kişandin ser rol û teşeya ciwanan a di têkoşîna şoreşê de.

Parlemeterên HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel û Bedîa Ozgokçe Ertan weke qiseker tevlî panela ciwanan a bi sirûda ‘Ciwan Li Dijî Faşîzmê Xwe Birêxistin Dikin’ ya li salnona konferansê ya Keskê hate lidarxistin bûn. Hevserokên HDP û DBP’ê jî tevlî panelê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdna Parlemeterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel axivî û bal kişand ser rola ciwanan a di şoreşan de. Temel got: “Di vê pêvajoya ku em têre derbas dibin rol û erkê ciwanan gelek girîng û watedar e. Em baş dibînin ku ciwan li dijî faşîzmê bê dudilî li ber xwe dide. Ji bo vê erka ciwanan gelek giran e. Di têkoşîna azadiya gelê Kurd de, di pêvajoya ji tinebûnê ber bi hebûnê ve bi ciwanên xwe yên zana, bi şêwazekî ku di dîrokê de pir kêm in xwe îfade dike ye. Merc çi dibe bila bibin ciwanên Kurd xwe feda dikin.Ev têkoşîn sed sal bidome jî wê ciwanên Kurd, jin û mêr dev ji vê têkoşînê bernedin. Biryardariyeke wiha ye. Her çendî rêbazên têkoşînê biguherin jî lê têkoşîn ranawest e.”

Temel bi dewam got: “Dur rê li pêşiya ciwanan heye, yan muxalefeteke redîlal an jî siyaseteke demokratîk e. Divê ciwan destpêkê di nava siyaset, piştre jî di çapemenî, çand û saziyên din de bi aktîf rol bilîze.”

Parlemetera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan jî axivî û got: “Xwestin panelê asteng bikin, lê tevî her tiştî niha em li vir in. Gelek tişt hene ku ji we fêr bibin. Ertan got: “Em di pêvajoyek timî êrîş hene re derbas dibin. Ji bo vê pêwîste em bi hev re tevger bikin. Em di pêvajoyeke ku dawî li xeyalên me tînin re rû bi rû ne.

Di nava demên dawî de dewleta Tirk ber bi rejîmbûnê ve diçe. Zextên bi darbeyê re pêkhatin kir ku berdêlên giran bidin. Em rêveberiyeke ku xwe dispêre gel ne dîktatoriya faşîst a giran. Ev sed sale weke gelê Kurd mexdûrê vê ne. Di vê pêvajoyê de faşîzim bi her awayî heta hucreyên me xwe bi cih kiriye.

Di van salên dawî de êrîşên pir giran li ser gelê Kurd dide kirin. Ev êrîş û pilana tinekirinê hê jî dewam dike lê wê bi ser nekevin.

Li hemberî polîtîkayên tirs, zext revandin û serî tewandinê hêza sereke ciwan û jin in. Em ê bi têkoşînê vê pêvajoyê derbas bikin. Rêveberiyeke nemerd û hîle dixwazin pêk bînin. Eger em helwestekî zelal raber nekin em ê bikevin xefika van planan. Bi vê sîstemê dixwazin civakê bihelînin û tine b ikin. Bi van êrîşan dixwazin me, nasname, dîrok û armancên me dûr bixin. Ji ber vê êrîşî ciwan û jinan dikin ku van kiriyarna asteng dikin. Dixwazin me bê çare bikin.”