Avê nadin girtiyên li Elanyayê

Diyar bû ku av û elektrîkê nadin girtiyên li Gîrtîgeha Tîpa L ya Elanyayê. Diyar bû ku qerdiyan tundiyê li girtiyan dikin.

Malbatên girtiyan ên Girtîgeha Tîpa L ya Elanyayê gotin her roj tehdê li girtiyan dikin û av û elektrîk li ser wan birî ne.

ELEKTRÎK Û AV TINE, TUNDÎ HEYE

Girtiyên ku bi malbatên xwe re têkilî danîn, gotin her ro bi rengekî sistematik qerdiyan êşkencê li wan dikin. Girtiyan gotin ev bi mehan e avê nadin wan û elektrîkê jî ji ser wan dibirin, rojê gelek caran bi ser koxuşan de digirin û bi zorê li ser wan digerin. Diyar bû, qerdiyayên ku li dijî van kirinên kêfî yên qerdiyanan derdikevin, tundiyê li ser wan dikin, hin grityan jî bi vê hincetê davêjin hicreyan.

GIRTÎ: JI BO ME BILA TIŞTEK WERE KIRIN

Xizmên girtiyan wiha gotin: ‘’Bi telefonê geriyan, bi giştî tim heman tişt dibûn. Lê vê carê gotin, ‘bila ji bo me tiştek were kirin’. Av û elektrîkê nadin wan. Êşkenceya fizîkî li wan dikin. Xwestin ku em serî li ÎHD’ê bidin. Ji bo wan bila tiştek were kirin.’’