Qetilkirina Şengalî li Melboûrne hate protestokirin

Şehîdbûna endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ya di encam êrîşa balafirên şer ên Tirk de li Melboûrneyê hate protesokirin.

Li Şengalê şehîdbûna endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ya di encama êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a 15’ê Tebaxê de, li bajarê Melboûrne yê Avûstralyayê hate protestokirin.

Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîctorîa ya li pêşiya Pirtûkxaneya Eyaletê kom bûn, dewleta Tirk şermezar kirin.

Girseya ku weneyên Şengalî û alên YPG’ê hildabûn, li ser navê girseyê Zahir Herîkî daxuyanî da. Herîkî bi pirsa “PDK’ê û Amerîka li bermaberî çi berjewendiya Mam Zekî kire qûrban?’ nerazîbûn nîşan da. Herîkî li hemberî êrîşên dewleta Tirk bang li raya giştî ya Avûstûryayê kir.