Li Berlîn û Lîmasol êrîşa Şengal hate protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li paytexta Elmanya Berlînê, bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê meşek lidar xistin. Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî êrîş hatin protesotkirin.

Kurdistanî û dostên wan li Berlînê ji bo Şengal û Dersimê meşek lidar xistin. Di tevahiya meşê de dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin qîririn û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li rêya Alexzanderplatz a yek ji rêyên herî qelebalix a Berlînê ye saet 14:00’an kom bûn, bi al û dirûşman êrîşên dewleta Tirk şemrezar kirin û pankartên ku xwedî li berxwedana Kurdistanê derdikevin vekirin û wêeneyên Zekî Şengalî, Mahîr Atakan û Ronî Mûnzûr hildan.

Di meşa bi sedan belavok hate belavkirin de li ser navê Meclîsa Jinan a Êzidî axaftin hatin kirin û diyarkirin ku wê heta dawî girêdayî têkoşîna Zekî Şengalî bin û hêviyê wan bi cih bînin.

Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Jinan a Berlînê DEST-DAN’ê hate kirin de ev tişt hate gotin: “Her ku diçe êrîşên li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd zêde dibe. Dixwazin êrîşên qirker ên bi destê çeteyên DAIŞ’ê ya 73’an, îro jî dixwazin li çar parçeyên Kurdistanê bidin domandin. Şehdîbûna Endamê Koordînasyona Êzidiyên Şengal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî û Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê û Konseya Fermandariya HPG’ê Atakan Mahîr dide nîşandan ku; di vê ji her demê bêhtir xwedî li Kurdistan û Tevgera Azadiya Kurd derbikevin.”

Arîf Dersim ê di tevahî meşê de moderatoriya meşê dikir, di dema axaftina xwe de ji ber îfadeya ‘Dîktator Erdogan’ ji aliyê polîsên Elman ve hate destgîrkirin.

Meşa ku nêzî du saetan dom kir, li Barndenbûrg Torê bi dawî bû.

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî Kurdistaniyanb êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê protesokirin.

Kurdên ku li Navenda Çanda Kurd a Lîmasolê kom bûn êrîşa dewleta Tirk a ku têde Endamê Koordînasyona Êzidiyên Şengal Zekî Şengalî şehîd bibû bi meşekê protestokirin.

Di meşê de li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YBŞ’ê hatin bilindkirin û dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Şengalê” hatin qîrkirin.

Piştî axaftinan û şûnde meş bi dawî bû.