MLKP/Rojava, Zekî Şengalî bibîr anî

MLKP/Rojava, Zekî Şengalî bibîr anî û bal kişand li ser berpirsyariya Erdogan a bûyerê û got, “Dewleta Tirk a di nav qeyranê de biperpite, ji bo hêrsa kedkarên kom bûyî belav bike, êrîş dibe ser hêzên pêşengiya raperînan dikin.’

MLKP/Rojava, Endamê koordînasyona Êzîdiyan û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, bi daxuyaniyekê bibîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Rêhevalê me Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden), têkoşerekî ku çil sal bê navber têkoşîna azadiyê meşandî bû.”

'DIXWAZIN GEL BÊ VÎN BIMÎNE'

Di daxuyaniyê de hate gotin ku berpirsyarê êrîşê Tayîp Erdogan e: “Dewleta Tirk a dagirker û desthilatên paşverû, naxwazin gelê Kurd, civaka Êzîdî bibin xwedî vîn, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ji bo wê êrîşên tunekirinê li ser gelê Kurd dimeşînin. Li Dersimê qetilkirina Atakan Mahîran, li şengalê ya Mam Zekiyan encamê vê polîtîkayê ye. Dewleta faşîst dixwaze pêşnegên gel qetil bike û gel bê rêxistin û bê vîn bihêle. Bi vî awayî gel radest bigire.”

'EM Ê TÊKOŞÎNA WAN A BI RÛMET BIDOMÎNIN’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Ji bo şahadeta rêheval Zekî Şengalî, di serî de civaka Êzîdî ji rêveberiya KCK’ê re, ji malbarên şehîdan û rêhevalên wî re sersaxiyê dixwazin. Em bawer dikin ku di bin rêzaniya têkoşîna wan a birûmet de em ê teqez bigihijin serkeftinê.”