Li Hannoverê êrîşa şengalê bi mîtîngekê hate protestokirin

Qetilkirina Endamê Koordînasyona Êzidiyên Şengal û endamê Konseye Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ê di êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê de, li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi mîtîngekê hate protestokirin.

Êrîşa dewleta Tırk a li ser Şengalê li bajarên Ewropa bi çalakiyan tê protestokirin.

Qetilkirina Endamê Koordînasyona Êzidiyên Şengal û endamê Konseye Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ê di êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê de, li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi tevlîbûna 5 hezar kesî bi mîtîngekê hate protestokirin.

Meşa ku ji aliyê NAV-YEK’ê ve hate organîzekirin, bi deqeyek rêzgirinê ve mîtîng destpê kir. Di mîtîngê de hevserokê DCDK-E Yuksel Koç û siyasetmedara jin a Kurd Leyla Îmret di mîtîngê de axivî.

Mîtîng hê jî didomin.