Çareseriya Erdogan û patronan:Ji kar avêtin

Patronên ku ji gotinên Erdogan hêz girtin, dest bi avêtina ji kar a karkeran kirin. Li Dîlokê bi sedan karker ji kar hatin avêtin.

Rejîma AKP’ê û patron fatoreya krîzê li kedkaran dibirin, patronên Dîlokî karkeran ji kar davêjin.

Li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê tenê li fabrîkayên Şîrecî, Gurteks, Sanko, Merînos, Meltem Tekstîl, ku li Dîlokê ji febrîkayên herî mezin 5-6 fabrîkayan tenê di nav 10 rojan de ji hezarî zêdetir karker ji kar hatin avêtin.

Li Şîrecî Tekstîlê vê gavê 200 karker ji kar hatin avêtin. Tê gotin 470 karker wê ji kar werin avêtin û dest li ser îkramiyeya cejnê ya bi 500 lîreyî dane.

Gurteks û Sanko jî nêzî 200 karkarî ji kar avêtin.

‘PIŞTÎ CEJNÊ WÊ ZÊDETIR BAVÊJIN’                    

Karkeran gotin, ‘’Erdogan ji bo ku me bide razandin li ber Amerîkayê radibe, fatore li me hate birîn’’ û diyar kirin piştî cejnê wê zêdetir karker ji kar werin avêtin.