Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo şermezarkirina Erdogan bang kir

Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji ber hatina Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo Elmanyayê daxuyaniyek da û bang li her kesî ku Erdogan şermezar bikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê de hate gotin, "Yezît Erdogan ku 15 sal in welatê me û alema Îslamê kiriye gola xwînê, wê were Elmanyayê û ji bo hîn bêhtir komkujiyan bike wê çek û pereyan bixwaze. Ev yek jî wê ji bo Kurdistan û alema Îslamê were wateya rijandina xwînê, fesadî û hilweşandinê. Her kesê ku xwe mirov, xwedî wijdan û oldar dibîne, divê li ber Erdogan rabin. Di pirtûka pîroz a Xwedê de têkoşîna li dijî zaliman weke wezîfeya bingehîn a Misilmanan tê destnîşankirin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesên Misilman hate kirin û li dijî Erdogan dengê xwe bilind bikin û hate gotin, "Rawestandina Erdogan wezîfeya her Misilman û mirovê xwedî wijdan e. Em bang li her kesî dikin ku vî şexsî protesto bikin."