Li ser jiyana girtiyê nexweşiya kolan Kizilkan fikar hene

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê çalakiya vê hefteyê ji bo girtiyê nexweşiya kolan Mûhsîn Kizilkan lidar xist.

Komîsyona Girtîgahan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi daxwaza serbest berdana girtiyên nexweş cara 339’emîn “Rûniştina F” pêk anîn û di çalakiyê de xwestin girtiyê nexweşîna kolonê Mûhsîn Kizilkan bê berdan.

Polîsan destûr nedan çalakî li Qada Galatasariyê bê lidarxistin. Li ser vê yekê çalakî li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê pêk hat. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran daxuyanî xwenst.

‘BERÎ BIKEVE GIRTÎGEHÊ TU NEXWEŞIYÊN WÎ TUNEBÛN’

Onaran wiha got; “Girtiyê nexweş Mûhsîn Kizilkan, di sala 1993’yan de li Îzmîrê hat destgîkirin û piştre hate girtin. Cezayê heta heta dan Kizilkan. Destpêkê birin girtîgeha Îzmîrê, dûre sewqî Sîlîfkê/Mêrsîn, Konya Bartin û Îskendarûnê hat kirin. Kizilkan berî bikeve girtîgehê tu nexweşiyên wî tunebûn. Lê di girtîgehê de bi gelek nexweşiyan ket û niha pirsgirêka derûniyê dijî.” 

‘EM JI JIYANA KIZILKAN BIFIKARIN’

Onaran, anî ziman ku di Kanûna 2016’an de ji bo Kizilkan teşhîsa penceşêra kolonê hat danîn û wiha bilêv kir: “Di demek kin de Kizilkan rakirin nexweşxanê û di emeliyatê de rûviyên wî jê digirin. Piştî vê emeliyata ku rîska wê ya jiyanê heye, agahî didin malbatê. Malbat bi derfetên xwe, xwe digihînin agahiya emeliyatê. Piştî emeliyatê Saziya Tipa Edlî ji bo 6 mehan rapora berdanê dide Kizilkan. Çawan ku ev 6 mehên raporê bi dawî dibin, carek din Kizilkan dibin Girtîgeha Tîpa T Îskenderûnê. Malbat derbarê jiyana Kizilkan de tim bi fikare.”

Onaran, destnîşan kir ku fikarin hemû malbatên girtiyên nexweş yekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin hemû girtiyên nexweş û Mûhsîn Kizilkan bên berdan. Da ku bi awayekê tendurist bên dermakirin û baş bibin.”