Ji bo çalakiyên şermezarkirina Erdogan bang hate kirin
Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), Yenî Kadin û YDG-Yenî Demokrasî daxuyaniyek dan û ji bo şermezarkirina Erdogan bang kirin.
Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), Yenî Kadin û YDG-Yenî Demokrasî daxuyaniyek dan û ji bo şermezarkirina Erdogan bang kirin.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku wê 28-29'ê Îlonê li Elmanyayê be, wê bi çalakiyan were protestokirin. Gelek saziyên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Elman amadekariyan dikin ku Erdogan bi çalakiyan şermezar bikin.
Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), Yenî Kadin û YDG-Yenî Demokrasî ji bo çalakiyên protestoyî bang kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew vexwendina dîktatorê faşîst Erdogan qebûl nakin û hate gotin, "Em bang li her kesên alîgirê azadiya civakî, siyasî û baweriyan dikin ku bi xurtî Erdogan şermezar bikin û têkoşîna hevpar geş bikin."
Di daxuyaniyê de işaret bi têkiliya Erdogan a bi DAÎŞ'ê re hate kirin û hate gotin, "Piştgiriya ji bo Erdogan piştgiriya ji bo faşîzmê ye."
Ji bo dem û cihê çalakiyan jî ev agahî hate dayin:
BERLÎN: 28'ê Îlonê saet 16:00, li Postdamer Platzê
KOLN: 29'ê Îlonê saet 11:00, li Deûtzer Werftê