Arîn a 14 mehî ku bi dayika xwe Esma Yilmaz re li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê tê hiştin, her ku diçe rewşa wê xerab dibe. Arîn a bi nexweşiya astim û bronşîtê ye, di dema krîza astimê de, çavên wê xij dibin û bin çavên wê reş dibin. Mîhdî Yilmaz 20'ê Îlonê çû dîtina hevjîn û keça xwe û li ser rewşa Arîn got, "Nexweşî roj bi roj lê giran dibe. Dema min Arin dît, diyar bû ku nexweş bû. Arîn gava krîza astimê derbas dike, kepiyê wê sor dibe, bin çavên wê reş dibe û çavên wê xij dibin."
Yilmaz diyar kir ku rayedarên Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ji hevjîna wê xwestine ku Arîn bidin stargeha xwedîkirina zarokan, lê wan qebûl nekirine.