Parlamenterên Elman wê bi Erdogan re xwarinê nexwin

Ji bo xatirê Erdogan ku wê 28-29'ê Îlonê were Elmanyayê, wê li qesra Serokkomariya Elmanyayê xwarin bê dayin. Wekîlên Elman gotin wê tevlî vê merasîmê nebin û bi Erdogan re xwarinê nexwin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku têkiliyên xwe yên bi dewleta Elman re xurt dike, piştî çend salan wê 28-29'ê Îlonê bi awayekî fermî serdana Elmanyayê bike. Tevî ku mûxalefet û raya giştî ya Elman li dij in, rêveberiya Berlînê xwe amade dike ku di asta herî bilind de Erdogan pêşwazî bike.

Roja 28'ê Îlonê piştî hevdîtina bi Serokwezîr Angela Merkel re, wê êvara heman rojê ji bo xatirê Erdogan li qesra Bellevûe ya Serokkomarê Elman Frank Walter Steînmeîer xwarin bê dayin. Ji bo xwarinê, wekîlên Meclîsa Federal a Elman hatin vexwendin. Lê belê wekîlên Elman yek bi yek daxuyaniyê didin û dibêjin ku wê neçin qesrê û bi Erdogan re xwarinê nexwin.

Ji Partiya Yekîtiya Demokratên Azad (FDP) parlamenter Bîjan Djîr-Saraî û wekîla Partiya Çep Sevîm Dagdelen ji rojnameya Welt am Sonntagê re axivîn û gotin, wê tevlî merasîma li qesra Bellevûeyê nebin.

'EZ Ê TEVLÎ MERASÎMA XWARINÊ NEBIM, LÊ EZ Ê BEŞDARÎ ÇALAKIYA PROTESTOYÎ BIBIM'

Parlamenter Djîr-Saraî diyar kir, di demekê de ku welatiyên Elman li Tirkiyeyê girtî ne wê bi Serokkomarê Tirk re rûnenê û got, "Enqere roj bi roj ji nirxên demokratîk dûr dikeve."

Parlamentera partiya Çep Dagdelen jî diyar kir ku wê tevlî merasîma li qesra Serokkomariyê nebe, lê wê beşdarî çalakiya protestoyî bibe.

Platforma "Erdogan not welcome" ji bo şermezarkirina Erdogan wê 28'ê Îlonê roja Înê saet 16'an li Berlînê dest bi xwepêşandaneke girseyî bike. Çalakî wê li meydana Postdamer Platzê pêk were.