Wê di konferansa Partiya Karker a Îngîlteryê de daxwaza azadiya Ocalan bê kirin

Tê payîn ku di konferansa Partiya Karker a muxalefeta sereke ye de, banga ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî mohra xwe lê bide.

Konferansa Partiya Karker a partiya muxalefet a sereke ya li Îngîltereyê û tê payîn ku di hilbijartin bê de bibe desthilatdar ku li bajarê Lîverpool lidar xistî, îro bi konferansa baskê jinê ya îsal destpê kir. Di konferansa bi tevlîbûna 1200 delegeyan Lîderê Partiyê Jeremy Corbeyn, Berpirsa Partiyê ya Mafê Jinan û Wekheviyê Wezîra Sîberê Dawn Bûtler axivîn.

Tê payîn ku wê banga ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî mohra xwe li konferansê bide.

Nûnerên sendîkayên ku kampanyaya ji Ocalan re azadî bi rê ve dibin, di tevahî rojê de tevlî aktivîteyên cihê bûn, di rojên pêş de jî tê payîn ku kampanyayê bikin rojeveke sereke ya panela bi mijara ‘Li Rojhilata Navîn Têkoşîna Li Dijî Faşîzmê; Parastina Şoreşa Jinê û Kurdan a Ocalan’.

BEŞDARVAN

Panela ku sendîkayên Bîrîtanî ya bi mijara ‘Li Rojhilata Navîn Têkoşîna Li Dijî Faşîzmê; Parastina Şoreşa Jinê û Kurdan a Ocalan’ ku lidar bixin ev kes tevlî dibin: Parlemeter Lloyd Rûssell-Moyle, Lord Maûrîce Glamsman, Wezîra Edaletê Shamî Chakrabartî, Hevserokê Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî Sîmon Dûbbîns, ji nûnerên Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî ya Navneteweyî Havîn Guneser, Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçû.

Dîsa di konferansê de bi pêşengtiya Meclîsa Gel a Kurd û Nûnertiya KNK’ê ya Îngîltereyê wê panela bi mijara ‘Di demokrasî û aştiya li Rojhilata Navîn de, rola Ocalan û Kurdan’ bê lidarxistin. Tê payîn ku weke qiseker Lord Maûrîce Glasman, Parlemeter Tracy Brabîn û Nûnerê KNK’ê Rizgar Wan tevlî bibin.