NÛ BÛ-Di Meşa Aştiyê ya Cîhanê de tecrîd hate protestokirin
Li Paytexta Fransa Parîs û bajarê Rennesê di Meşa Aştiyê ya Cîhanê de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
Li Paytexta Fransa Parîs û bajarê Rennesê di Meşa Aştiyê ya Cîhanê de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
Li paytexta Fransa Parîs û bajarê Rennesê her sal 22’ê Îlonê Meşa Aştiyê ya Cîhanê tê lidarxistin. Di Meşa Aştiyê ya Cîhanê ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Rennes û 12 rêxistinên civaka sivîl ve hate kirin, pankartên bi nivîsên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û “Li cîhanê jiyana azad” hate vekirin. Meşa saet 15:00’an ji pêşiya metroya Le Blonsê destpêkir heta pêşiya şaredariyê bi dawî bû. Di meşa posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan de, dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Di cîhanê de aştî” û “Ji bo gelan azadî” hate qîrkirin.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê jî Kurdistaniyan di Meşa Aştiyê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk protestokirin. Meşa ku Partiya Komunîst a Fransa, Eniya Çep, saziyên dijî şer û sendîka tevlî bûn, pankarta ‘Ji şer û şidetê re na’ vekirin. Meşa aştiyê ya ji Qada Repûblîqûeyê destpê kir, Tevgera Jinên Kurd ên Fransa (TJK-F), Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F), ACTÎT, Nûnerên SKB’ê û Kurdistanî tevlî bûn. Di meşa bi sedan belavok hatin belavkirin û bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan de, bi boneya çûna Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a Elmanyayê jî dowîzên ‘Xêr nehatî Erdogan’ hatin bilindkirin û protesto kirin. Meşa li Parîsê li Qada Stalîngradê bi dirûşmên li dijî şer hatin berzkirin û şûnde bi dawî bû.
ST GALLEN
Li bajarê St Gallen ê Swîsreyê jî bi boneya 22’ê Îlonê ‘Roja Aştiyê ya Cîhanê’ meşek hate kirin û Kurdistanî û dostên wan ên tevlî meşê bûn bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Kurdisataniyên ku tevlî çalakiya li parka St. Leonard hate lidarxistin bûn, pankarta ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” û posterên Ocalan hatin hildan. Meşa ku ji parka St. Leonard destpê kir li Markplatzê mîtîngek hate kirin.
Di mîtîngê de hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a St Galler (CDK-St Galler Emîn Uslû axivî û bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê.
Ûslû tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist got: “Em weke Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, ji bo Rêbertiya xwe em ê li qadan bin. Daxwaza me ji dewletên Ewropa ew e ku çavê xwe li daxwaza gelên ku aştî û azadiyê dixwazin negirin.
Mîtîng piştî axaftina bi dawî bû.