Polîsan êrîşî Dayîkên Şemiyê kirin

Dayîkên Şemiyê yên ku ji bo zelalkirina aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û ji bo cezakirina kujeran 23 sal in li ber xwe didin. Polîsan dîsa êrîşî çalakiya Dayîkên Şemiyê kirin.

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin, cara 704’emîn xwestin heya Qada Galatasarayê bimeşin. Dayikên Şemiyê yên li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn, wêneyên windakiriyên xwe kirin destên xwe û xwestin heya Qada Galatasarayê bimeşin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Pervîn Bûldan jî beşdarî çalakiya dayikan bû. Polîsan bi mertalên xwe mûdaxileyê komê kir û hewl dan her kesî bixin avahiya ÎHD’ê. Polîsan endamên çapemeniyê yên mûdaxile kişandin ji qadê dûr xistin

POLÎSAN RÊ GIRTIN

Di nava mertalên polîsan de, xizma windakiriyan Îkbal Eren, metna daxuyaniya çapemeniyê bi dengek bilind xwend. Eren dema metna daxuyaniyê dixwend polîsan kolan kirin ablûkeyê. Polîsên piştî demekê ji ber avahiya ÎHD’ê veqetiyan, carek din hemû kolan diçûn ÎHD’ê girtin. Polîsên ku destûr nedan girse li ber ÎHD’ê rawestin, carek din hatin ber ÎHD’ê û xwestin hemû kes bikevin hundirê ÎHD’ê. Welatiyan, bertek nîşanî vê yekê dan. Polîsan li ser vê yekê carek din mûdaxileyî girseyê kir û hewlda girseyê bixe hundir. Ligel êrîşa polîsan jî welatî neketin hundirê avahiya ÎHD’ê.

Li ber ÎHD’ê di dema êrîşa polîsan berdewam dikir, parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Hanim Tosûn û Hanîfe Yildiz çûn Qada Galatasariyê. Parlamenter û Dayikên Şemiyê qûrnefîlên di destên xwe de danîn qadê. Polîsên qûrnefîl ji qadê kom kirin û gotin ‘Van kulîlkan biavêjin çopê’

LI AQÛBETA HUSEYÎN MORSUMBUL HATE PIRSÎN

Xizma windakiriyan Îkbal Eren a daxuyaniya hefteyê xwend, ji bo Huseyîn Morsumbul ê di 18’ê Îlona 1980’iyan de, dema destgîriyê de hatibû windakirin û carek din agahî jê nehat girtin, daxwaza edalatê kir. Eren, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ew mafê me heye ku em aqûbeta zarokên xwe yên bizanibin ên ku di dema destgîrtiyê de hatine windakirin. Em windakiriyên xwe dixwazin û ji bo wan daxwaza edaletê dikin. Galatasaray cih û warê me ye. Em nikarin dest ji Galatasarayê berdin! Vê heftê me xwest em li Galatasarayê bang li raya giştî bikin, lê em rastî astengiyên tundiyên polîsan hatin. Ji bo ku em mafê xwe yê qanûna bingehîn bi kar neyînin, polîsan Beyoglû kirin ablûkayê. Polîsan li dijî daxwazên me yên edaletê çekên giran bi kar anîn.”

Eren, anî ziman ku ew ji bo dayika Huseyîn Morsumbul Fatma Morsumbul a nivîsandibû ‘Bi xeyala kurê xwe bibînin bi salan hatim Galatasarayê. Lê xwestin me ji vir bigirin û biavêjin. Bi jopan li me xistin, em erdê re kaş kirin û em destgîr kirin. Lê me dîsan jî dest jê bernedan’ ew li vir in. Eren, da zanîn ku ew ji bo kurê Fatma Huseyîn Morsumbul li vir in got ku: “Polîs û leşkeran di darbeya 12’ê Îlonê, roja 18’ê Îlona 1980’iyan de bi ser mala Morsumbul a li Çewligê de girtin. Kurê wan Huseyîn ê xwendekarê Lîseya Çewlîkê bû destgîr kirin û birin Fermandariya Tûgaya Leşkerî ya Çewlîkê. Ji wê rojê û şûn de bi tu awayî agahî ji Huseyîn nehat girtin.”

DOZGERÎ: HEWCE BI LÊPIRSÎNEKE DIN TUNE!

Eren dest nîşan kir ku parêzerên ÎHD’ê di sala 2011’an de serlêdana sûc ji bo Serdozgeriya Komarê ya Çewlîkê kirin û wiha pê de çû: “Lê Serdozgeriya Komarê ya Çewlîkê, bêyî ku lêpirsînê kûrtir bike, bi hinceta ‘hewce bi lêpirsînek din tuneye” biryar da. Ji bo îtîraza vê biryarê me serî li Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Çewlîkê da, lê hîna jî bi encam nebûye.”

Eren di dawiya daxwuyaniya xwe de wiha got: “Berpirsên sereke yên windakirina Huseyîn Morsumbul, Fermandarê Alaya Çewlîkê Beşîr Akin û Fermandarê Beşa Cendirmayan a Navenda Bajêr a Çewlikê Dûrmûş Kivrakin e. Em dixwazin aqûbeta Huseyîn bê eşkerekirin. Huseyîn li ku derê yê? Em ji bo wî edaletê dixwazin.”