Karkerên ku hatin girtin: Em ne kole ne!

Li balefirgeha nû ya Stenbolê karkerên ku şertên xebatê protesto kiribûn û piştre hatibûn girtin, bi rêya sendîkaya xwe peyam şandin.

Karkerên balefirgeha nû bi hinceta şertên xebatên yên xerab û heqdestê xwe nastînin di 14’ê Îlonê de çalakî dabûn destpêkirin.

Di heman şevê de polîsan girtibûn ser şantiyeyê û 24 karker girtibûn.

Sendîkaya Înşaat-Îş’ê peyama ku karkeran ji wan re şandibû, li ser hesabê xwe yê twîtterê par ve kir.

Peyam wisa ye:

“Xwestin daxwazên me yên mirovane bin pê bikin. Şev nîvê şevê girtin ser qawîşên me û em girtin. Li avahiya ewlehiyê ya ÎGA’yê bi çêr û sixêfan em xistin ber lêpirsînê. Ji ber ku me dixwest şertên me yên xebatê bila wekî yên mirovan be, em xistin girtîgehê.

Em ne sûcdar in. Yên sûcdar patronên ÎGA’yê ne, yên ku me mehkûmî şertên xerab ên kar dikin. Em bang li raya giştî dijin, li vê derê moralê me baş e. Em silavê xwe ji hemû dostên xwe re dişînin.

Karkerên avahî û înşaetan ne kole ne!”