Kaya: Pêşniyaza Ocalan a ji bo Îslamê gelekî girîng e

Parlementera HDP’ê û Hevberdevka DÎK’ê Huda Kaya diyar kir ku kesên ku qaşo Îslamîst in êrîşî gelê Kurd dikin û got, “Di vê pêvajoyê de pêşniyaza Îslama Demokratîk a rêzdar Abdullah Ocalan gelekî girîng e.”

Kongreya Îslama Demokratîk li Plaza Otela Enqereyê bi navê ‘Îslamaniyeta Desthilatdariyê û Takva’ komxebatekê pêk tîne. Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen û parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî tevlî komxebatê bûn.

‘PÊŞNIYAZA OCALAN GELEKÎ GIRÎNG E’

Axaftina destpêkê ya komxebatê Huda Kaya kir. Kaya diyar kir ku kesên ku qaşo Îslamîst in gelê Kurd jî tê de, êrîşî gelên Rojhilata Navîn dikin û got ku, “Di vê pêvajoyê de pêşniyaza Îslama Demokratîk a rêzdar Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Li Sûriye, Iraq, Lîbyayê pratîka Îslamîstên desthilatparêz ên wekî Nûsra û DAÎŞ’ê; li Tirkiye û Îranê jî desthilatdarî Îslamî bi kar tînin û êrîşî gelan dikin. Di vê serdemê de em ne Îslama Yezîd û Mûaviyeyê, em Îslama Mûhammed û Huseyîn diparêzin. Em Îslama Zeynebê diparêzin. Ji ber vê jî berpirsyariya me gelek e.”

‘QURAN LÊFERZKIRINÊ RED DIKE’

Kaya mînak ji Quranê da û got ku, “Quranê despotîzmê red dike. Li gorî Quranê nabe ku nasnameyek li ser nasnameyeke din tiştekî ferz bike. Di dema avakirina DÎK’ê de yek ji mijara sereke ya konferansê me jî Peymana Medîneyê ye. Ev peymana mûtabakata civakî ye. Ev projeyeke pîlot e, kesên ku ji Muhammed bawer dikin, divê vê projeyê têxin pratîkê.”

Di komxebatê de Prod. Dr. Nûrettîn Tûgay jî axivî û got ku, “Kesên ku cudahiyê dixe nav mirovan û jin û mêran Xwedê fêm nekirine Kesên ku mirovan li gorî nîjada wan dinirxînin, nabe ku qala Îslamê bikin. Her netewe li gorî çanda xwe dijî. Ev tişt di Quranê de jî heye. Îslam tê wateya aştî û baweriyê. Lê dema ku em îro li Îslamê dinihêrin, em dibînin ku ji bingeha xwe dûr ketiye.”

Komxebat bi pirs û bersivan didome.