Polîsan êrîşî Dayîkên Şemiyê kirin

Polîsan êrîşî Dayîkên Şemiyê kirin. Girseyê bi sloganan bersiv da polîsan û êrîşa polîsan didome.

Dayîkên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta windayan û darizandina kujeran cara 704’an xwestin bimeşin Qada Galatasarayê. Dayîk li pêşiya ÎHD’ya Stenbolê hatin ba hev û bi wêneyên windayan xwestin bimeşin Qada Galatasarayê. Polîsan êrîşî komê kir a ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de bû. Polîsan xwest her kesî têxe avahiya ÎHD’ê.

Girseyê bi sloganan bersiv dan polîsan. Polîsan nûçegihan û xebatkarên çapemeniyê ji qadê dûr xistin û êrîşên xwe domandin.