Bûldan: Ocalan di nava tecrîdê de hatiye tecrîdkirin!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdê de hatiye tecrîdkirin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Berdevka Meclîsa Jinan parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr têkildarî 'cezayê dîsîplînê' û tecrîda li ser Ocalan li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û diyar kir ku ew dixwazin balê bikişînin ser êrîşên li ser Ocalan.

Bûldan diyar kir ku 20 sal in li ser Ocalan tecrîd heye û got ku, "Parêzerên Ocalan di 6’ê Îlona 2018'an de ji bo hevdîtina bi Ocalan re daxwazname dane û daxwazname hatiye redkirin. Hinceta redkirinê jî cezayê dîsîplînê yê li ser Ocalan hatiye diyarkirin. Di heman demê de girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê jî bi heman hincetê, hevdîtina wan hatiye redkirin.

Bi vê biryara di 6'ê Îlonê de hevditînên bi Ocalan re 6 mehan hatiye qedexekirin. Di biryara 2’ê Adara 2018’an de jî ji parêzeran re hatibû ragihandin ku mafên ragihandin, ziyaretvan û hevdîtinên bi telefonê hatiye qedexekirin. 11 cezayê hucreyê yên ku di navbera salên 2005-2009’an de li Ocalan hatine birîn û nameya wî ya di sala 2009’an de ya 156 rûpelî ji bo qedexekirinê hincet hatiye nîşandan.

OCALAN DI NAVA TECRÎDÊ DE TECRÎDKIRÎ YE!

Rêzdar Ocalan ne kesekî ji rêzê ye û Îmrali jî ne girtîgeheke ji rêzê ye. Em tevkariya Ocalan a ji bo aştî û ya li ser raya giştî ya gelê Kurd û raya giştî ya Tirkiyeyê.

Birêz Ocalan careke din di nava tecrîdê de hatiye tecrîdkirin. Birêz Ocalan 20 sal in tê tecrîdkirin û demeke dirêj nekariye malbatê, heyetên siyasî û parêzeran bibîne. Bi pêvajoya aştî û danûstandinê re hevdîtinan dest pê kirin û malbatê ew dîtin. Lê belê demeke dirêj destûra hevdîtinê nayê dayin.

CEZAYÊN DI NAVBERA SALÊN 2005-2009'AN DE LI OCALAN HATIN BIRÎN ÇIMA NIHA BI CIH TÊN ANÎN?

Em ji rayedaran dipirsin: Ev ceza çima di navbera salên 2005 û 2009'an de bi cih nehatin anîn, lê niha bi cih tên anîn? Em zanin ku edalet nîne, lê belê tiştekî manîdar e ku hevdîtina Birêz Ocalan a bi parêzeran re piştî 13 salan tê astengkirin.

BANG LI CPT HATE KIRIN

Di serî de CPT em bang li saziyên li Ewropayê dikin ku têkildarî rewşa Birêz Ocalan tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Mirovek wê nikaribe parêzer û malbata xwe bibîne û di ser re cezayê dîsîplînê lê bê birîn... Ev yek rewşa hiqûqê ya li Tirkiyeyê radixe pêş çavan. Der barê vî cezayê dîsîplînê de em li benda bersiveke Wezareta Edaletê ne. Em vê daxwazê hem li hikumetê, hem jî li Wezareta Edaletê dikin. Bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin bi taybetî yên li Tirkiyeyê rû didin, nîşan didin ku divê hevdîtina bi Birêz Ocalan re tavilê dest pê bike. Em pê zanin ku dema hevdîtin bi Ocalan re were kirin wê Tirkiye ji nava krîz û kaosê derkeve. Me dît ku dema hevdîtin dihatin kirin krîz û kaos nedibûn. Piştî ku deriyên Îmraliyê hatin girtin, hewldana darbeyê pêk hat. Birêz Ocalan di vê mijarê de hişyarî dabû.

Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Herî zêde li Girtîgeha Îmraliyê hatiye kirin. Tecrîda ku di nava tecrîdê de tê kirin, ne tiştek e ku bê qebûlkirin. Hem bi navê HDP'ê hem jî bi navê heyeta Îmraliyê dixwazim bêjim ku divê tecrîdkirina Birêz Ocalan tavilê biqede."