Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzeran re 6 mehên din hate qedexekirin. Balkêş e ku hevdîtinên beriya niha bi 10 salan hatibûn kirin ji bo qedexekirina hevdîtinê weke hincet hatin nîşandan.

Şervanên YPG'ê di navbera 19-21'ê Îlonê de li navend û sê navçeyên Efrînê li hêzên dagirker dan. 10 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Dayîkên Şemiyê yên ku ji bo zelalkirina aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û ji bo cezakirina kujeran 23 sal in li ber xwe didin. Polîsan dîsa êrîşî çalakiya Dayîkên Şemiyê kirin.

Li gorî bîlançoya nû, ji ber êrîşa çekdarî ya li bajarê Ahvaz ê Îranê ku li dijî merasîmeke leşkerî hate kirin, herî kêm 24 kes mirin.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) piştî êrîşa fizîkî û gefa kuştinê ya li ser Ocalan a 10 sal berê nîqaş bike. DMME ew ê di 27’ê Îlonê de serlêdanê nîqaş bike.

 Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku 26 çete hatine kuştin û balafireke çeteyan li El-Baxoz xistine xwarê.

Ji bo xatirê Erdogan ku wê 28-29'ê Îlonê were Elmanyayê, wê li qesra Serokkomariya Elmanyayê xwarin bê dayin. Wekîlên Elman gotin wê tevlî vê merasîmê nebin û bi Erdogan re xwarinê nexwin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê kesên ku li Efrînê bi dagirkeran re hevkariyê dikin hişyar kir û diyar kir ku wê hesab ji dagirkeran were pirsîn.

Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşa li Îranê ya di merasîma leşkerî de li xwe girtin.

Hate ragihandin li gola Vîctorîa a Tanzanyayê ferîbot noqî avê bûye û herî kêm 170 kes mirine.