Li gorî Îranê dîsa êrîş ji aliyê hêzên derve ve hatiye kirin

Dema ku Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî li ser xurtkirina kapasîteya leşkerî ya çavtirsandinê daxuyanî da, li Ahvazê di dema merasîma leşkerî de êrîşek hate kirin. Ji ber êrîşê gelek kes mirin û birîndar bûn.

Li bajarê Ahvazê yê li başûrê rojava yê Îranê di dema merasîma leşkerî de êrîşeke çekdarî hate kirin. Li gorî rayedarên herêmî û medyayê 10 leşker mirin, 30 kes jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan a Îranê ragihand ku di êrîşê de tiştek bi rayedarên fermî nehatiye. Ajansa nûçeyan a Farsê ragihand, du çekdaran destpêkê gule li girseya gel reşandine û piştre êrîşî trîbûna fermî kirine. Ajansa Farsê diyar kir, her du kes hatine 'bêbandor'kirin.

ÊRÎŞ JI ALIYÊ ÇAR KESAN VE HATE KIRIN

Alîkarê waliyê wîlayeta Hûzîstanê ku Ahvaz paytexta wê ye Alî Huseyîn Huseyînzadeh got, rewşa birîndaran krîtîk e. Huseyînzade got, "Terorîst çar kes bûn. 2 kes hatin kuştin, 2 jî hatin girtin."

Televîzyona dewletê jî Îslamiyên Sûnî ji êrîşê berpirsyar nîşan da û got, "karê kafiran e".

Berdevkekî Mûxafizên Şoreşê ji ajansa nûçeyan a Îsnayê re axivî û diyar kir ku netewperestên Ereb ên pişta xwe didin Erebîstana Siûdî ji êrîşê berpirsyar in.

ENIYA GEL A DEMOKRATÎK A EHVAZÊ BERPIRSYARIYA ÊRÎŞÊ LI XWE GIRT

Dema ku ev daxuyanî dihatin dayin, Eniya Gel a Demokratîk a Ahvazê daxuyaniyeke kurt da û berpirsyariya êrîşê li xwe girt. Di daxuyaniya rêxistinê de wiha hate gotin: "Şervanên şoreşger ên Eniya me ya Gel a Demokratîk a Ahvazê danê vê sibehê li dijî dewleta Welayetî fekî ya dagirker çalakiyeke serketî kirine. Şervanên me yên Eniya El Ahaz a Şoreşger û Têkoşer bi wêrekî li dijî dagirkerên Welayetî Fekî çalakiyeke mezin pêk anîn. Di çalakiya çekdarî ya milîtanên me yên şoreşger de gelek leşker û efserên Welayetî Fekî yên dagirker hatin kuştin."

ZARÎF, REJÎMEKE BIYANÎ Û DYA BERPIRSYAR NÎŞAN DA

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf jî bi rêya Twîtterê peyamek weşand û DYA ji êrîşê berpirsyar nîşan da. Zarîf got, "Terorîstên ku ji aliyê rejîmeke biyanî ve hatine perwerdekirin, biçekkirin û fînansekirin li Ahvazê êrîş kirin. Gelek zarok û rojnamevan bûne qurbanî."

Zarîf Amerîkî jî weke berpirsyarê êrîşê nîşan da û got, "Îran wê bi lez û bi biryar bersivê bide." Zarîf di peyama xwe ya Twîtterê de wêneyên leşkerên ku zarokên birîndar rizgar dikirin weşand.

Bi wesîleya destpêka şerê Îran-Iraqê yê sala 1980-88'an li Îranê merasîmên leşkerîn tên organîzekirin. Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî beriya êrîşê digot, "Îran, fuzeyên ku DYA'yê gelekî aciz dikin jî di nav de wê dest ji biçekbûna parastinê bernede."