Berî ku Erdogan were Elmanyayê çalakiyên protestoyî dest pê kirin
Vexwendina Serokkomarê Tirk Erdogan ji aliyê rêveberiya Berlînê ve, li gelek bajarên Elmanyayê bi xwepêşandanên girseyî hate şermezarkirin.
Vexwendina Serokkomarê Tirk Erdogan ji aliyê rêveberiya Berlînê ve, li gelek bajarên Elmanyayê bi xwepêşandanên girseyî hate şermezarkirin.
Bi banga platforma "Erdogan not welcome" ku gelek saziyên Elman, Kurdistanî û Tirkiyeyî pêk tê, li gelek bajarên Elmanyayê xwepêşandan hatin lidarxistin.
28'ê Îlonê li Berlînê, 29'ê Îlonê jî wê li Kolnê çalakiyên navendî yên protestoyî pêk werin. Beriya pêkhatina van çalakiyan doh li gleek bajaran xwepêşandan hatin organîzekirin û hem rejîma Erdogan hem jî dewleta Elman a ku Erdogan vexwendiye hatin şermezarkirin.
Bi vê armancê li bajarên Berlîn, Dusseldorf, Hambûrg, Frankfûrt, Hannover, Stûttgart, Bîelefeld, Bremen, Essen û Darmstadtê çalakî hatin organîzekirin.
BERLÎN: Tevî Kurdistanî, Elman û Tirkiyeyiyan, mirovên ji gelek miletên cuda jî tevlî çalakiyê bûn. Meşê ji Hermannplatzê dest pê kir û heta meydana Oranîenplatzê dewam kir. Di çalakiyê de ku gelek saziyên koçber, partiyên siyasî û komên çep jî destek dan, pankarta bi nivîsa "Erdogan dikuje, Merkel jî digire" hate vekirin." Bi sedan dowîzên ji wêneyên Erdogan ku nivîsa "Stop" li ser bû hatin hildan û hevkariya hikumeta Merkel a bi rejîma Erdogan re hate protestokirin.
DARMSTADT: Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Darmstadtê û Meclîsa Jinê ya Rosa ve hate organîzekirin û rêxistinên çep ên Tirkiyeyî yên weke AGÎF û Halkevî jî destek dan. Di xwepêşandanê de pankarta bi nivîsa "Tu bi xêr nehatiye Erdogan" hate hildan û çalakger heta navenda bajêr meşiyan. Di çalakiyê de sûc û komkujiyên ku dewleta Tirk û Erdogan kirine hatin bibîrxistin û işaret bi têkiliyên qirêj ên dewleta Elman ên bi Erdogan re hate kirin.
STÛTTGART: Mirovên ji gelek partî û gelan tevlî xwepêşandanê bûn û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Alîgirên HDK-A, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, MLKP, PARTÎZAN û MLPD jî beşdarî çalakiyê bûn û pankarta bi nivîsa "Em Erdogan ê kujer naxwazin" hate vekirin. Elmanan jî bi baldarî meşa ku bi 5 kîlometreyan dewam kir, şopandin. Di dema meşê de belavokên bi nivîsa "Erdogan bi xêr nayê Elmanyayê" hatin belavkirin.
HANNOVER: Bi heman armancê li bajarê Hannoverê meş û mîtîngeke girseyî hate lidarxistin. Xwepêşandêran bal kişandin ser têkiliyên qirêj ên navbera dewletên Elman û Tirk. Tevî Kurdistanî û Tirkiyeyî, Elman jî beşdarî çalakiyê bûn.