Koçyîgît: Li Îmraliyê tecrîdeke giran heye

Hevberdevka HDK’ê Koçyîgît di Civîna Meclîsa Giştî ya 5’emîn a Serdema 8’emîn a HDK’ê de axivî û got ku, “Heta ku em li hemberî tecrîda li Îmraliyê dengê xwe bilindtir nekin, em nikarin qala wekhevî û azadiyê bikin.”

Civîna Meclîsa Giştî ya 5’emîn a Serdema 8’emîn a HDK’ê li Stenbolê li avahiya wê ya li Beyoglûyê pêk hat. Hevberdevkên HDP’ê Onûr Hamzaoglû û Gulistan Kiliç Koçyîgît û pêkhateyên HDK’ê tevlî civînê bûn.

Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku divê ew herî zêde hay ji Girtîgeha Îmraliyê hebin û got ku, “Beriya Rewşa Awarte hevdîtina bi Ocalan re dihat astengkirin, niha jî derket holê ku cezayê dîsîplînê li wî hatiye birîn. Bi hincetên pûç hevdîtin tên astengkirin. Me berê gelek caran got, heta ku tecrîda li Îmraliyê ranebe, heta ku pergala hiqûqî ya Îmraliyê neyê teşhîrkirin û deng ji tecrîdê re neyê derxistin, mirov nikare qala wekhevî û azadiyê bike.”

GELO BANDORA TIRKIYEYÊ YA LI SER ÇETEYAN ÇI YE?

Koçyîgît qala meseleya Îdlîbê jî kir û got ku, “Diyar e ku heke şerek li wê derê pêk were, ew ê di dram û trajediyên mezin pêk werin. Tê dîtin ku Tirkiye ji bo çete dev ji çekên xwe berdin û herin herêmeke tampon îro bûye welatekî garantor. Gelo vê bandora Tirkiyeyê ji ku tê? Divê em li vî tiştî bipirsin.”

Civîna HDK’ê bi awayê ku ji çapemeniyê re girtiye, a niha didome.