Li Uskudarê 7 hezar hilbijêrên sixte hatin tespîtkirin!

Li Uskudara Stenbolê 7 hezar hilbijêrên sixte hatin tespîtkirin. CHP’ê diyar kir ku daxwaznameya îtîrazê ya ji bo 2 hezar û 228 hilbijêran hatiye redkirin.

Rêxistina navçeya Uskudarê ya CHP’ê li pêşiya Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Uskudarê diyar kir ku di lîsteyan de fen hatiye kirin.

Serokê navçeya Uskudarê ya CHP’ê Olcay Kûrt got ku “Li Uskudarê 7 hezar hilbijêrên sixte hatine tespîtkirin. Ji ber îtîrazên me hezar û 552 kes ji lîsteyan hatine derxistin. Desteya hilbijartinê daxwaznameya îtîrazê ya 2 hezar û 228 hilbijêran jî hatiye redkirin. Di nav van kesan de yên ku di sala 2018’an de wefat kirine jî hene. Di heman demê de qeyda hin hilbijêran li Stada Beylerbeyî ye. Gelek qeydên wisa sixte hene.