HDP: Nûçeyên grevên birçîbûnê li girtîgehan tên astengkirin

HDP’ê diyar kir ku rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de. HDP’ê ragihand ku rewşa Leyla Guven giran e.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî rewşa Leyla Guven a ku ev 75 roj e li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye û grevên birçîbûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HDP’ê wiha ye;

“Greva birçîbûnê ya Leyla Guven du meh û nîv li pêy xwe hişt û di roja 75’an de ye. Desthilatdariya ku ji bo bidawîkirina çalakiyê gav naavêje, êrîşî çalakiyên piştgiriyê yên ji bo grevên birçîbûnê dike û bi rêbazên cuda çalakiyan ji nedîtive tê. Li gorî agahiyên herî dawî ji 10’ê Çileyê ve rojnameya Yenî Yaşam a ku çalakiyên greva birçîbûnê diweşîne nadin girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de.

‘GUVEN BIJÎŞKÊN KU GIRTÎGEH DIŞÎNE QEBÛL NAKE’

Li aliyê din Leyla Guven a ku rewşa tenduristiya wê her ku diçe giran dibe, tîmên tenduristiyê yê girtîgeh dişîne qebûl nake. Leyla Guven ji rêveberiya girtîgehê re ragihandiye ku di rewşa ku ser hişê xwe biçe jî mudaxeleya tibî qebûl nake. Guven ragihand ku ji derveyî şandeyeke tenduristiyê ya xweser a Yekîtiya Tabîpên Tirkiyê (TTB) bijîşkên girtîgehê qebûl nake.

‘GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BELAV BIDIN’

Ji 21’ê Çileyê ve li girtîgehên cuda zêdetirî 250 girtî ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven û bi daxwaza rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne. Her roja diçe hejmar zêde dibe, di 15’ê Çileyê Hevseroka DBP’ê Sebahet Tûncel û Parlamentera HDP’ê Selma Irmak greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger, 17’ê Çileyê jî Alîkara berê ya Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk jî 10 rojan greva birçîbûnê ya 10 rojan a dorveger daye destpêkirin.”