Ji Bobby Sands heta Denîzan: Grevên birçîbûnê

Grevên birçîbûnê heta salên 1980'î di kevneşopiya berxwedanê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê de cihekî xwe yê girîng nebû. Mînakên xwe yên li dinyayê, bêhtir xwedî bandor û şopên çandî bûn.

Greva birçîbûnê beriya Xiristiyaniyê li Îrlandayê mekanîzmayeke xurt bû ku ji bo şermezarkirina bê edaletiyê dihate bikaranîn. Ev çalakiya ku navê "Troscadh" an jî "Cealachan" lê dihate kirin, ji aliyê mexdûr ve li ber deriyê kesê ku neheqî lê kiriye, dihate pêkanîn. Li çanda Îrlandayê ku malovanî xwecihî cihekî girîng e, eger yek li ber deriyê yekî birçî bima, ev yek weke şermeke mezin dihate dîtin.

Kevneşopiyeke bi heman rengî li Hîndîstanê jî hebû. Li Hîndîstanê eger li ber deriyê yekî greva birçîbûnê bihata kirin, ev yek weke banga li civakê dihate dîtin ku ji bo bicihanîna edaletê bikeve nava liv û tevgerê. Ev kevneşopî digihêje heta sala 750'î ya Beriya Zayinê. Sala 1861'ê ji aliyê rêveberiya Îngilîz ve hate qedexekirin.

Bikaranîna greva birçîbûnê li dijî otorîte û desthilatdariya siyasî ji bo daxwaza edaletê, di nava parêzvanên mafên jinan ên Îngilîz û Emerîkayan derkete pêş.

MARÎON WALLACE DÛNLOP

Marîon Wallace Dûnlop a li bajarê Înverness a Skoçyayê sala 1864'an ji dayik bû, yek ji parêzvanên mafên jinan ên pêşhatî bû. Endama çalak a Yekîtiya Polîtîk û Civakî ya Jinan (WSPU) bû ku wekheviya civakî û mafê dengdanê yê jinan diparast. Bi sûcdariya 'sîstema civakê xera dike' sala 1908'an du caran hate girtin. Sala 1909'an dema ku Tîrmehê hate girtin, li Girtîgeha Hallowayê ji ber astengkirina bikaranîna mafên qanûnî dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê ku li girtîgeheke Îngilîz yekemcar dihate kirin, 91 saetan dewam kir û rêveberiya Îngilîz rewşa nebaş a tenduristiyê hincet nîşan da û Dûnlop berda.

Ev çalakî di demeke kin de bû rêbazeke bingehîn a çalakiyên aştiyane yê WSPU'yê. Hikumeta Îngilîz Îlona heman salê qanûnek li Meclîsê da qebûlkirin ku li gorî vê qanûnê wê bi zorê xwarin ji çalakgerên greva birçîbûnê re bê dayin.

Sala 1910'an, xwişka yek ji pêşengên tevgera jinan a Îngilîz Emmelîne Pankhûrst, Mary Jan Clake ji ber ku di dema greva birçîbûnê de bi zorê xwarin jê re hate dayin, pirsgirêkên tenduristiyê lê der bû û jiyana xwe ji dest da.

Parêzvana mafên jinan a Emerîkî Alîce Paûl, ji bo li Mala Kar a Occoqûan a li Vîrgînîayê mafê dengdanê ji jinan re bê dayin, kete greva birçîbûnê. Ev çalakî bû yekem çalakiya komeke jinan a bi daxwazeke siyasî.

KOMARGERÊN ÎRLANDAYÎ

Li Îrlandayê ku greva birçîbûnê ji aliyê çandî ve xwedî rabirdûyeke kevn e, di pêvajoya şoreşê ya sala 1916-23'an de girtiyên komarger dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin. Yek ji girtiyên sereke yên kete grevê Tomas Padraîg Aghas bû.

Aghas serkêşê Tabûra Fîngal a Raperîna Paskalya ya sala 1916'an bû. Aghas ê ji aliyê Îngilîzan ve hate girtin, cezayê mirinê lê hate birîn, lê belê 28'ê Gulana 1917'an dema ku ji bo şermezarkirina mercên girtîgehê kete greva birçîbûnê, di çarçoveya efûya giştî ya rêveberiya Londonê de hate berdan.

Afgas Tebaxa 1917'an ji ber axaftineke xwe ya li Îrlandayê careke din hate girtin û ji bo vê şermezar bike, kete greva birçîbûnê. 20'ê Îlonê ku hîn 5 roj di ser çalakiyê re derbas bûbûn, gardiyanên Îngilîz ji bo bi zorê xwarinê bidin Aghas, ew ji hucreyê derxistin.

Aghas dema anîn hucreya wî, rûyê wî werimî bû, ji ser hişê xwe çûbû û piştî çend saetan jiyana xwe ji dest da. 30'ê Îlonê li Goristana Glasnevînê bi merasîmekê ku 30 hezar kes tevlî bûn hate veşartin. Mîchael Collîns di merasîmê de axivî û got, "Tiştekî din ê bê gotin nîne" û piştre serdema herî giran û bi xwîn a şerê Îrlandayê dest pê kir.

8 HEZAR ÎRA'YÎ KETIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Cotmeha 1920'î Terence MacSwîney û du endamên ÎRA'yê Joe Mûrhy û Mîchael Fîtzgerald di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku şerê navxweyî yê Îrlandayê qediya, piştîs ala 1923'an, greva birçîbûnê ya herî mezin ku 8 hezar endamên ÎRA'yê tevlî bûn pêk hat. Ji wê çaxê heta sala 1970'î li Îrlandayê grevên mezin ên birçîbûnê pêk nehat.

Sala 1974'an endamê ÎRA'yê Mîchael Gaûghan ku ketibû greva birçîbûnê, ji ber ku bi zorê hewl dan xwarinê bidin wî, jiyana xwe ji dest da.

PIŞTÎ FRANK STAGG 13 ÇALAKÎ

Endamê ÎRA'yê Frank Stagg sala 1973'an ji ber plana çalakiya bombeyî ya li Coventry hate girtin û 10 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Stagg dema ket girtîgehê xwest weke dîlgirtiyê şer bê dîtin û karê ji neçarî red kir. Piştî agirbesta navbera Îngilîstan û ÎRA'yê, xwest wî bişînin girtîgeheke li Îrlandayê. Daxwaza Stagg bi cih nehate anîn. Stagg li Girtîgeha Wakefîeldê dest bi greva birçîbûnê kir û di roja 63'an a grevê de jiyana xwe ji dest da.

Piştî mirina Stagg, ÎRA'yê li Îngilîstanê 13 çalakiyên cuda yên bombeyî pêk anî.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA SALA 1981'Ê

Grevên birçîbûnê yên sala 1981'ê ku 10 alîgirên serxwebûnê yên Îrlandayê jiyana xwe ji dest dan, li dinyayê deng vedan. Di nava çalakgeran de Bobby Sands jî hebû ku du caran parlamenterî kirbû û di roja 66'an de jiyana xwe ji dest da.

Greva birçîbûnê ya sala 1981'ê li dijî zexta hikumeta Îngilîz ku dixwest kincê ji yek tîpî li girtiyan bike, dest pê kiribû. 4'ê Sibatê dest pê kir û li girtîgehên Îrlanda û Îngilîstanê tevlîbûneke xurt lê bû.

Piştî ku çalakiyê dest pê kir, ji ber ku du parlamenter ji parlamenta Îrlandayê kêm bû, ji neçarî hilbijartina navberê hate kirin. Bobby Sands ku komargeran ew namzet nîşan da, 9'ê Nîsanê ji bo Kamara Avamê hate hilbijartin.

Hilbijartina Sands rê li ber hêviyê vekir ku hevdîtinên navbera çalakgeran û hikumet Îngilîz bi rengekî erênî biqedin. Lê belê helwesta tund a Margaret Thatcher li gel zextên navneteweyî jî neguherî.

5'ê Gulana 1981'ê Bobby Sanders di roja 66'an a greva birçîbûnê de li nexweşxaneya girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Piştî Sanders, 12'ê Gulanê Francîs Hûghes, 21'ê Gulanê Raymond McCreesh û Patsy Ohara jiyana xwe ji dest dan. Piştre Joe McDonell, Martîn Hûrson, Kevîn Lynch, Kîeran Doherty, Thomas McElwee û Mîchael Devîne jiyana xwe ji dest dan.

Greva birçîbûnê ya sala 1981'ê li dinyayê deng veda. Piştî demeke kin hikumeta Tirkiyeyê jî bi ya hikumeta Îngilîz kir û li Girtîgeha Amedê zexta lixwekirina kincê ji yek tîpî kir. Girtiyên Kurd jî mîna berxwedêrên li Îrlandayê dest bi greva birçîbûnê kirin.

GANDHÎ GELEK CARAN KETE GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Li Hîndîstanê jî greva birçîbûnê di sedsala 20'an de weke rêbazeke berxwedanê ya siyasî-aştiyane derkete holê. Bi rengekî îronîk, hedefa xwe mîna li Îrlandayê, dîsa emperyalîzma Îngilîz bû.

Greva birçîbûnê ji ber ku xwedî bandoreke mezin a çandî ye, li Hîndîstanê çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo armanca polîtîk encam bi xwe re anî. Mahatma Gandhî ku salên 1922, 1930 û 1942'an hate girtin, gelek caran kete greva birçîbûnê. Rêveberiya Îngilîz di encama her çalakiyên greva birçîbûnê de hinekî din lawaz bû.

JATÎNDRA NATH DAS

Das yek ji çalakgerên pêşeng ên pêla serxwebûnê ya li Hîndîstanê bû. Das sala 1904'an li Kalkutayê ji dayk bû û hîn 17 salî bû tevlî koma şoreşger a bi navê Anûshîlan Samîtî bû. Sala 1925'an hate girtin û avêtin Girtîgeha Mymensînghê. Das, ji bo kiryarên li dijî mirovahiyê yên li girtiyên siyasî dihatin kirin şermezar bike, kete greva birçîbûnê. Piştî greva birçîbûnê ya 20 rojan, rêvebariya girtîgehê bi awayekî vekirî ji raya giştî lêborîn xwest û çalakiya Das bi ser ket.

Das ku sala 1929'an careke din hate girtin, tevî girtiyên din ên şoreşger ji bo şermezarkirina mercên girtîgehê kete greva birçîbûnê. Li Girtîgeha Lahoreyê di navbera girtiyên Îngilîz û Hîndîstanî de gelek cudahî hebûn. Xwarinên taybet, rojname, radyo ji girtiyên Îngilîz re dihatin dayin. Das û hevalên wan ji van derfetan bêpar bûn.

Greva birçîbûnê ya Das 13'ê Tîrmeha 1929'an dest pê kir. Rêveberiya girtîgehê destpêkê hewl da bi zorê xwarinê bide Das, lê piştre dest ji vê rêbazê berda. Komîteya girtîgehê piştre pêşniyar li hikumetê kir ji bo Das ber. Lê pêşniyar nehate qebûlkirin.

Das 13'ê Tîrmehê di roja 63'an a greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da. Trena ku cenazeyê Das tê de bû li stasyonan hemûyan ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin.

Mirina Das bû sedem ku girtina neqanûnî ya ji aliyê rêveberiya Îngilîz ve dihate kirin bikeve rojeva raya giştî ya navneteweyî. Hîn jî navê Das li gelek meydanên bajarên Hîndîstanê tê bîranîn.

POTTÎ SREEMÛLÛ

Grevên birçîbûnê yên li Hîndîstanê ne tenê li dijî rêveberiya Îngilîz bû. Piştî ku Hîndîstan serbixwe bû, grevên birçîbûnê bi daxwazên siyasî pêk hatin.

Yek ji van çalakgeran jî Pottî Sreeamûlû bû. Sreeamûlû alîgirekî serxwebûnê bû ku jiyana xwe bi têkoşîna pasîfîst derbas kir. Piştî ku Hîndîstan serbixwe bû, li şûna ku bi welat bi giştî di rêveberiyeke bi tenê de bê birêvebirin, dixwest xwedî sîstemeke federatîf a li gorî zimanên cuda be. Lê belê ev nêrîna wî destpêkê rê li ber mûxalefeteke mezin vekir.

Sreeamûlû di wê baweriyê de bû ku ev rewş neheqeiyeke mezin e li gelan û 19'ê Cotmeha 1952'an ji bo Andhra bibe eyaleteke cuda dest bi greva birçîbûnê kir. Li gel çalakiya Sreeamûlû, li eyaletê gelek çalakiyên boykotê û greva giştî hatin kirin. Lê belê hikumeta Hîndîstanê li ser guhertina statuya Andhrayê daxuyaniyeke zelal neda.

Sreeamûlû 15'ê Kanûna 1952'an li mala xwe jiyana xwe ji dest da. Sreeamûlû piştî Das bû kesê duyemîn ku di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da. Ev rewş ji bo hikumeta nû ya Hîndîstanê şermeke mezin bû.

Ji ber nerazîbûnan, serokwezîrê Hîndîstanê Nehrû 29'ê Kanûna 1952'an eşkere kir ku Andhra wê bibe eyaleteke cuda.

Mala ku Sreeamûlû çalakiya xwe li dar xist, hîn jî di statuya bîrdariya neteweyî de ye.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA NAZIM HÎKMET

Li Tirkiye û Kurdistanê, greva birçîbûnê ji aliyê çandî ve weke çalakiyeke protestoyî heta sedsala 20'an neket rojevê. Greva birçîbûnê ya destpêkê ya bi daxwaza siyasî, ji aliyê helbestvanê şoreşger Nazim Hîkmet ve hate kirin.

Nazim Hîkmet tevî ku ti çalakî nekiribû jî, ji ber nêrînên xwe sala 1938'an 28 sal û 4 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Helbestvan dihate sûcdarkirin ku artêş teşwîqî serhildanê kiriye. Nazim dema ket girtîgehê gelek kes li bendê bûn ku bi efûyê derkeve. Lê belê 12 salan di girtîgehê de ma.

Têkoşîna neteweyî ya li Hîndîstanê, hem beriya ketina girtîgehê hem jî dema li zindanê bû gelekî bala Nazim kişandibû. Nêrîna greva birçîbûnê ya li dijî neheqiyê ji nêz ve nas dikir. Ji ber vê 8'ê Nîsana 1950'î dest bi greva birçîbûnê kir. 13'ê Gulanê rewşa wî ya tenduristiyê giran bû û ew rakirin Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa. Li ser daxwazan 19'ê Gulanê dawî li çalakiya xwe anî. Helbestvan 14'ê Tîrmeha heman salê bi qanûna efûyê hate berdan.

MIRINA DENÎZAN

Şoreşgerên Tirkiyeyî Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan, Gulana 1972'an belavokek ji 5 xalan weşandin û ragihandin ku dest bi rojiya mirinê kirine.

Rojiya mirinê yekemcar li girtîgehên Tirkiyeyê bi vê belavoka Denîz, Yûsûf û Huseyînan dest pê kir. Her sê şoreşger ji aliyê dadgehê ve bi îdamê hatibûn mehkûmkirn û dosyayên wan sewqî meclîsê hatibûn kirin. Li gel israr şoreşgerên din ên li Girtîgeha Mamakê, Denîz, Yûsûf û Huseyînan rojiya mirinê dewam kirin.

Di roja heftemîn a rojiya mirinê de Meclîsa Tirk biryara îdamkirina Denîzan qebÛl kir. Êdî di her kêliyê de dikarîbûn bihatina îdamkirin.

Piştî pênc rojan, şevekê destên wan bi kelepçeyê girê dan, lingê wan bi hesinan girê dan. Gezmîş, Arslan û Înan ji bo înfazê birin Girtîgeha Navendî.

Her sê şoreşger sibeha 6'ê Gulanê li Girtîgeha Navendî hatin îdamkirin.

Wê bidome... Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê