Li Helsîngborgê çalakiya ji bo grevên birçîbûnê

Li bajarê Helsîngborg ê Swêdê, Kurdistaniyan ji bo balê bikişînin ser berxwedana Leyla Guven çalakî lidarxistin.

Komek ji Kurdistaniyan, li bajarê  Helsîngborg ê Swêdê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan û piştgiriya ji bo Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ne, çalakiyek li dar xist.

Kurdistaniyan li ber Gara Trenê wêneyên Leyla Guven hildan û li ser tecrîdê û komkujiyên li Kurdistanê yên bi destê dewleta Tirk tên kirin, agahî dan mirovan.

Çalakgeran diyar kirin, heta ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe wê çalakiyên xwe bidomînin.