45 girtiyên jin di greva birçîbûnê de ne

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, a bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala rabe, kete roja 77'an,her wiha hate gotin 44 girtên jin jî bi heman daxwazê di grevê birçîbûnê de ne.

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji 8'ê Mijdarê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Di nav çalakgerên greva birçîbûnê de ku li sedan girtîgehê didome, 44 giriyên jin jî hene. Grevên birçîbûnê yên ku bi mebesta piştgiriyê ji bo 10 rojan bi dorvegerî dest pê kiribûn, ji 16'ê Kanûnê ve bûne grevên bêdawî û bêdorveger de ne.

Heta niha li 59 girtîgehan nêzî 250 girtî, ev 39 ro jin di greva birçîbûnê de ne. Di nav van de, li 17 girtîgehan, Guven jî di nav de, 45 jin jî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.

Nûçegihan Kibrîye Evren ku 9'ê Cotmeha 2018'an hatibû girtin, 16'ê Kanûnê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Evren a ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Amedê ye, li gel du hevalên xwe dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Her wiha Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê Selma Irmak jî, 16'ê Çile dest bi greva birçîbûnê kiribûn û çalakiya wan kete roja 8'an.

Navê 45 jinên ku ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne:

8 MIJDAR

Girtîgeha Tîpa E ya Amedê: Leyla Guven 

16 KANÛN

Girtîgeha Girtî a Jinan Gebze. Hacer Halîl Yusuf, Rûhşan Bozan, Ozlem Ozdemîr, Ayten Gulsum, Ozlem Soyler.

Girtîgeha Tîpa F ya Nimro 1 Kandira: Necla Atak.

Girtîgeha Tîpa E ya Amedê: Kibriye Evren, Evîn Kaya, Hîlal Olmez.

17 KANÛN

Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê: Esma Başkale, Belgîn Kanat, Zozan Kutum, Reyhan Çoşmuşlu.

20 KANÛN

Girtîgeha Tîpa T ya Burhaniyê: Fîgen Şahîn, Emîne Kiliç, Gulîstan Tekîn, Çîgdem Şakar.
 
26 KANÛN

Girtîgeha Silîvrî ya Nimro 9: Seyhan Çîçeklî.

Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê: Rahşan Aydin, Ebrû Guden, Gulten Akgul.

Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê: Suheyla Taş, Zelîha Ustabaş, Salîha Taşkesen.

Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Patnosê: Salîha Cebe, Dîlan Barîn.

5 ÇILE

Girtîgeha Tîpa L ya Elanya: Nevîn Gokçe, Zelal Başboga

Girtîgeha Jinana Girtî ya Qeyserî: Bêrîvan  Bîtmen, Maşallah Erbey, Merge Polat.

Girtîgeha Girtî yaJinan a Tîpa T'yê ya Baybûrtê: Delîla  Roj Ekmen, Fatma Yildirim, Sevgî Aka  Gunduz.

Girtîgeha Girtî ya Jinan Tîpa T'yê ya Tarsûsê: Dîlan Yildirim, Menal Temel, Nurşen Tekîn, Hatîe Kaymak.

Li Girtîgeha Tîpa E'yê ya Mêrdînê: Du jin

8 ÇILE

Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê: Nesrîn Akgûl, Gûrbek Ektîren.

16 ÇILE

Girtîgeha Tîpa F, Nimro 2 Kandira: Sebahat Tuncel, Selma Irmak.