Rewşa Guven giran e: Bi keça xwe re hevdîtin pêk neanî

Rewşa tenduristiya Leyla Guven a di greva birçîbûnê de giran e û nekarî bi keça xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Leyla Guven ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 75’an de ye.

Diyar bû her ku diçe tenduristiya Guven giran dibe. Îro nekarî hevdîtina heftane ya bi keça xwe Sabîha Temîzkan re pêk bîne.

KEÇA WÊ DAXUYANÎ DA

Sabîha Temîzkan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got;

“Dayika min îro cara yekem e hevdîtin bi min re nekir. ‘Bi xwesteka xwe nehate hevdîtinê’ li ser kartê îmze kiriye. Dayika min! Wijdan! Her çiqas xwestiye nekariye were hevdîtinê. Îro 75 roj e birçî ye! #LeylaGuveniYaşatalim Divê dayika min ne li girtîgehê li Meclîsê be.”