SES: Divê demildest ji bo grevên birçîbûnê gav bê avêtin!

SES’ê hişyarî da ku grevên birçîbûnê di qonaxeke krîtîk de ne, lewre divê demildest gav bê avêtin. 

Sendikaya Tedirûstî û Kedkarên Xizmeta Civakî (SES), li navenda xwe ya giştî civînek lidar xist û di derbarê grevên birçîbûnê de yên ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven destpê kirî û di roja 76’an de didome û berbelavî hemû girtîgehan bûye, banga hişyariyê kir. Rayadarên SES’ê diyar kirin ku rewşa çalakvanan gihaştiye asta metirsiyê. 

Serokê giştî yê SES’ê Îbrahîm Kara, diyar kir ku li gorî agahiyên gihaştî sendîkaya wan, ji 22’ê Çile û pê de li 60 girtîgehan 293 kes ketiye çalakiya greva birçîbûnê. 

HIŞYARIYA 'QONAXA METIRSIYÊ’

Kara diyar kir ku rewşa çalakvanan gihaştiye asta metirsiyê û wiha pêde çû: “Nexasim rewşa Leyla Guven a di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de tê ragirtin, gihaştiye qonaxa metirsiyê. Êdî bêhalî, westandin, jarbûn çêbûye, tansiyona wê dikeve, baş nabîne, êş û janên kulîmekên wê destpê kirine, ji ber firîşka xwe nikare êdî tişên avî jî vexwe û vedireşe, li hemberî deng û ronahiyê zîzbûn pê re pêş ketiye. Nexasim hefteya dawî, germahiya laşê wê ku fikara enfeksiyonê çêdike û nikare derkeve hevdîtina malbat û parêzeran.”

'DIVÊ LI GORÎ DANEZANA MALTAYÊ BÊ NIRXANDIN'

Kara, bang kir ku divê Wezareta Dadê li gorî Danezana Maltayê nêz bibe û bûyerê binirxîne.

Kara xwest ku divê mafê girtiyan ê bikaribin bijîşk bibijêrin, nêrîneke duyemîn a di der barê rewşa xwe de fêr bibin hebe û got ku heke daxwazeke wiha bê kirin, dikarin berpirsyarî bigirin ser xwe. 

‘DIBE KU RÊ LI BER SEQETMAYÎN Û MIRINAN VEKE’

Kara di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Heke di tu qonaxên grevên birçîbûnê de pêkûtiyeke xirab ku av, şekir, xwê û vîtamîna B bê birîn û li ser çalakvanan bê pêkanîn, ev wê bê wateya ku êşkence li çalakvanan tê kirin. Nêzikatiyên wiha û yên weke van demên borî de rê li ber seqetmayîn an jî mirina hin kesan vekir.

Dema ku çalakvan hatin rewşeke ku êdî nekaribin pêdiviyên xwe pêk bînin, divê çavdêrên ku ji wan re bibin alîkar hebin.”

Kara herî dawî diyar kir ku divê şandeyeke ku ji rêxistinên tendirûstî yên mafê mirovan pêk tê ku rewşa çalakvanên greva birçîbûnê zelal bike divê biçe girtîgehan û serdana çalakvanan bike. Di heman demê de divê hikumet bingeha diyalogê biafirîne û gavên pêwîst bavêje."