Leyla Guven ev 12 roj in bi kesî re hev nabîne
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe ev 76 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji ber sedema ku rewşa tendiristiya wê giran bûye ev 12 roj in bi parêzerên xwe re hev nabîne.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe ev 76 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji ber sedema ku rewşa tendiristiya wê giran bûye ev 12 roj in bi parêzerên xwe re hev nabîne.
Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo ku tecrîa li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ji 8'ê Mijdarê ve didome kete roja 76'an.
Guven ji 10'ê Çile û vir ve, ji ber sedema tendiristiya xwe nikare bi parêzerên xwe re hev bibîne.
Parêzera Guven Cemîle Turhalli Balsak bi kesa ku refaqetê bi Guven re axivî û diya kir rajena Guven kêm bûye û ev 2 roj in qirika wê diêşe.