Çalakiyên ji bo piştevaniya Leyla Guven dewam dikin

Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li ser piyan e.

Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li ser piyan e.

BÎEL: Li bajarê Bîel ê Swîsreyê, Kurdistaniyan ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyek li dar xistin. Beriya mîtîngê heyetek ji Komuna Jinan a Arîn Mîrkan a Bîelê serdana saziyên çapemeniyê Bîeler Tagblatt, Joûrnal du Jûra, Canal 3 Radîo û televîzyona Telebîelîngûe kirin û li ser mijarê agahî dan rayedaran. Danê êvarê jî li ber stasyona trenê ya navendî ya Bîelê mîtîngek hate lidarxistin.

DARMSTADT: Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê jî bi heman armancê mîtîngek pêk hat. Qisekeran xwestin, tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bi cih werin anîn.

ERÎVAN: Kurdên li gundê Dêrikê yê paytexta Ermenîstan Erîvanê, li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Endamê Meclîsa Damezrîner a Şengalê ya li Ermenîstanê Silo Dirboyan daxuyanî da û diyar kir, Leyla Guven ev pêvajo baş xwendiye û bi vî rengî dest bi berxwedanê kiriye.