Olûç ji bo Leyla Guven bang li YE, PE û CPT'yê kir

Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç got, ''Her roja ku dibihure ji bo Leyla Guven tê maneya ku ber bi dawiyê ve diçe'' û bang li YE, PE, CPT'yê kir ku tevbigerin.

Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç, ji bo ewşa tenduristiya Leyla Guven carek din bang li hikumet û Serokê Meclîsê kir û got: “Em bang li saziyên mafên mirovan, baroyan, rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên navnetewî, YE, PE, CPT’yê dikin. Rewşa tenduristiya Leyla Guven nebaş dibe.” 
 
Berdevkê HDP’ê Saruha Oluç li avahiya Navenda Giştî ya partiya xwe têkildarî mijarên di rojevê de civîn li dar xist. Oluç di daxuyaniya xwe de namzetên 81 navendan ên hevşaredariyên HDP’ê aşkere kir. Oluç da zanîn ku ew ê lîsteya dawî roja pêncşemê piştî civîna Desteya Rêveber a Navendî  bi raya giştî aşkere bikin. 
 
Oluç di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê û wiha got: “Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan 76 roj in di greva birçîbûnê de ye. Guven heyetek serbixwe ya bijîşkan ku ji TTB’ê pêk were wê qebûl bike. Lê mixabin Wezareta Dadê heyeta TTB’ê qebûl nake. Leyla Guven di astek krîtîk de ye. Divê hikumet û dewlet vê yekê ferq bike Em bang li saziyên mafên mirovan, baroyan, rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên navnetewî, YE, PE, CPT’yê dikin. Rewşa tenduristiya Leyla Guven nebaş dibe. Me di hemû daxuyaniyên xwe de bang li Serokê Meclîsê kir. Lê mixabin guh li me girtine. Guh li daxwazê girtin e. Her roja ku diçe ji bo Leyla Guven ber bi talokeyê ve diçe.
 
ÊRÎŞÎ BIRIN SER KESÊN KU DESTEKÊ DIDIN 
 
Li şûna daxwazên Leyla Guven qebûl bikin û tecrîda şidandî ya li Îmraliyê rakin êrîşê kesên piştevaniyê didin dikin. Hêj çend roj berê li Amedê êrîşa wekîla me Remziye Tosun û jinan kirin. Bi maşîneyên zirxî êrîş kirin. Heke Serokê Meclîsê, Wezîrê Dadgê, saziyên sivîl û saziyên maf û hiqûqê gavên demildest neavêjin dê rewş girantir bibe û pirsgirêkên mezin derkevin. Dê pêvajo ber bi aliyek din ve veguhere. Divê demildest pêşiya vê pêvajoyê vebibe.”