Heyva Sor a Kurdistanê ji Efrîniyan re alîkarî şand

Saziya Alîkariya Mirovî Heyva Sor a Kurdistanî ragihand ku 300 hezar Euro alîkariya madî ji Efrîniyên li herêma Şehbayê re şandine.

Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku 300 hezar euro, betanî, binrax, 5 ambûland, plakên enerjiya rojê ya av germkirinê, paktên xwarinê, şîrê zarokan ji bo deh hezaran Efrîniyên ku li herêma Şehbayê dijîn re şandine.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyênwê 20’ê Çile ya 2018’an bi armanca dagirkirinê û koçberbûna sivîlan êrîşî Efrînê kir. Dewleta Tirk û çeteyên wê ne exlaq û ne jî pîvanên şer nas dikin. Li Efrînê jin, zarok, kal û pîr jî di navê de sivîl kirin hedef. Bi bombekirina deverên sivîlan ewlehiya can û malên sivîlan hate tinekirin. Xanî, avahî, mizgeft,nexweşxane, bendav, kampên penabaran ji alîyê dewleta Tirk ve hate hedef kirin û bombebaran kirin. Her wiha hemû mal û mûlkên welatîyên Efrînê hate dizîn û talan kirin. Di nava 2 mehan de ji nav de zarok, jin û kal bêtirî 500 kesên sivîl qetil kir û zêdetirî 1000 kes jî birîndar bûn.”

Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku ji ber êrîşan bi sed hezaran welatiyên Efrînê neçar man koçber bibin û niha li herêma Şehbayê di nava şert û mercên dijwar de dijîn.

Heyva Sor a Kurdistanê got; “Dewlata Tirk, bi sed hezaran xelkê Efrînê koçber kir û li şûna wan çete bicihkir, demografîyê diguherîne û di serî de zeytûn, hemû xêr û bêrên bajêr talan dike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Heyva Sor a Kurdistanê ji destpêka erîşên dewlata Tirk û çeteyên wê heya niha ji bo gelê Efrînê hemû derfetên xwe ve dibe alîkar û heya niha bi giştî nêzî mîlyonek 500 hezar alîkariya madî şandî ye.

Heyva Sor a Kurdistanê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa û her devera cîhanê kir ku destê alîkariyê dirêjî gelên Efrînê bikin.