Êşkenceya li girtîgehan didome

Leyla Akyildiz a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin ji bo ku li nexweşxaneyê mûayeneya bi kelepçeyê qebûl nekir, êşkence lê hate kirin.

Dayika Leyla Akyildiz a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, Sîmanperî Akyildiz ragihand ku keça wê ji bo êşa diranan birine nexweşxaneya diranan a Okmeydanê lê belê ji ber ku keça wê mûayeneya bi kelepçeyê qebûl nekiriye, êşkence lê hatiye kirin.

Simanperî Akyildiz diyar kir ku roja Duşemê ya hefteya derbasbûyî çûne hevdîtinê û got, “Dema em çûn hevdîtinê min dît ku dest û milên keça min reş û şîn bûne. Me pirsî ka çima wisa bûne. Got ku ji hêla sê gardiyanan ve hatiye derbkirin.”

Dayika Akyildiz got ku keça wê ji revîra girtîgehê di derbarê derbkirinê de rapor jî girtiye û diyar kir ku parêzeran dîmenên êşkenceya li keça wê hatiye kirin girtine û dane dozgeriyê.

Parêzerê Akyildiz Mehmet Erbil jî diyar kir ku dîmenên navborî ji girtîgehê girtine û dane dozgeriyê.