Dadgeha Elman di doza 'Bijî Serok Apo' de biryara beraatê da

Li gel siyaseta krîmînalîzekirinê ya polîs û dozgerên Elman, dadger biryarê didin ku sembolên Kurdan 'sûc' nînin. Dadgeha Berlînê, di doza Kurdistaniyekî de ku ji ber qîrîna dirûşma 'Bijî Seork Apo' dihate darizandin, biryra beraatê da.

Li paytexta Elmanya Berlînê, 13'ê Adara 2018'an ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û komên wê yên çete li Efrînê, xwepêşandaneke girseyî hatibû lidarxistin. Polîsên Elman ên bi baldarî xwepêşandan şopandin, dîmenê Kurdistaniyekî tespît kirin ku ala YPG'ê di destê wî de bû û tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" diqîriya û lêpirsîn li wî vekirin.

Piştî bidawîbûna lêpirsîna polîsan, li ser daxwaza dozgeriya Berlînê bi hinceta 'qedexeya li ser PKK'ê, li Dadgeha Eyaletê ya Berlînê doz hate vekirin. Heyeta dadgehê, bi destpêkirina dozê re diyar kir ku qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" di çarçoveya "azadiya îfadeyê" dce ye û biryar da ku rakirina ala YPG'ê jî 'sûc' nîne.

Di dewama biryara dadgehê de ku gihîşte ANF'ê, hate destnîşankirin ku YPG û YPJ li Elmanyayê qedexe nîne. Parêzerê dozê Lûkas Theûne diyar kir, biryara dadgehê ji bo dozên bi heman rengî yên li bajarên din ên Elmanyayê bibe mînak. parêzer Theûne got, "Ya herî girîng jî ew e ku bi destpêkirina dozê re yekser ev biryar hatiye dayin. Yanî dadgehê bi rengekî vekirî nîşan da ku qîrîna dirûşmekê, ya jî vekirin ala YPG'ê sûc nîne."

Theûne got, piştî biryara beraatê ew li bendê ne ku dozgerî lêpirsînê bigire.