Ji 14’ê Tîrmehê heta Strasboûrgê

Kemal Pîr yek jî wan kesan bû ku di sala 1981’ê de qala rojiya mirinê kiribû. Piştî çalakiyên Mazlûm Dogan û çar şoreşgeran Kemal Pîr di 14’ê Tîrmehê de ketin rojiya mirinê. Kemal Pîr bû yekemîn şehîdê rojiya mirinê û 7’ê Îlona 1982’an de şehîd bû.

Piştî Darbeya 12’ê Îlonê gelek şoreşger û welatparêzên Kurd hatin girtin. Yek ji cihê ku êşkence lê gelekî dihat kirin jî Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bû. Di vê girtîgehê de komek kadroyên pêşeng ên PKK’ê hebûn û di vê girtîgehê de ew ê berxwedaneke mezin a rojiya mirinê pêk bihata.

Li girtîgehê berxwedana rojiya mirinê ya yekemîn di sala 1981’ê de hatibû kirin. Ji bo başbûna şertên girtîgehê rojiya mirinê hatibû destpêkirin. Piştî bidawîbûna çalakiyê, çalakger Alî Erek ji ber bandora çalakiyê û êşkenceya piştî çalakiyê miribû.

Di sala 1982’an de jî li Girtîgeha Amedê êşkence zêde bûbû û ji bo şikandina rûmeta mirovayetiyê êşkenceyên sîstematîk dihate kirin. Derbarê tiştên li girtîgehê dihate kirin, tu agahî ji derve re nediçû. Di nava girtîgehê de bi xwe jî demeke dirêj girtî hay ji rewşa girtiyê hucreya xwe jî nedibû. Piştî çend hefteyan hevalên wî bi mirina Alî Erek hesiyabûn.

Li girtîgehê tu ronahiya berxwedanê tunebû . Di şeva 20-21’ê Adara 1982’an de kadroyê pêşeng Mazlûm Dogan piştî vêxistina sê darikên niftikê ya ku Newrozê temsîl dike, li hucreyê xwe daliqand.

Piştre di18’ê Gulana 1982’an de girtiyên PKK’yî Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn xwe şewitandin. Girtiyan hewl didan bi canê xwe keleporeke berxwedanê ava bikin.

Mehmet Hayrî Dûrmûş endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê bû. Di 14’ê Tîrmeha 1982’an de di rûniştina Doza Sereke ya PKK’ê de mafê axaftinê wergirt ev tişt got: “Zext û êşkenceyê hemû sînor derbas kirine. Êrîşî mafê jiyanê tê kirin. Ji girtîgehan cenaze derdikevin. Bi sedan kes seqet man. Kesên ku dixwazin rûmet û nirxên xwe biparêzin, ji xeynî mirinê tu rê ji wan re nehate hiştin. Cezayê ku li gorî zagonan hûn ê bidin me, em hezar katê wan dikişînin. Li vê derê her peyva ku ji devê me derkeve, li girtîgehê li ser me dibe hovîtî. Ligel ku hûn van hemû sûcan asteng dikin jî, em ê nîşanî raya giştî bidin. Ez ji niha û şûnde, diyar dikim ku ez dest bi greva birçîbûnê dikim. Heke ez bi çalakî û mirina xwe, karibim sûdê bidim partî û gelê xwe, ez ê ji vî tiştî kêfxweş bim.”

Piştî daxuyaniyê Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz jî tê de komek ketin rojiya mirinê. Esat Oktay Yildiran û koma wî ya êşkenceyê di rojiya mirinê de, ji bo şikandina îradeya girtiyan her tişt kir.

Di 7’ê Îlonê de Kemal Pîr, di 12’ê Îlonê de Mehmet Hayrî Dûrmûş, di 15’ê Îlonê de Akîf Yilmaz û di 17’ Îlonê de de jî Alî Çîçek di rojiya mirinê de şehîd bûn. Cara pêşîn li Tirkiye û Kurdistanê di berxwedanên rojiya mirinê de mirov miribûn.

Piştî berxwedanê Esat Oktay û koma wî ya êşkencekar ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê vekişiyan. Zextên giran ên li ser girtiyan piçekî be jî hatibû şikandin. Tişta girîngtir, ligel êşkenceyan giyanekî berxwedanê ava bûbû.

Piştî salekê Cemal Arat û Orhan Keskîn di berxwedana rojiya mirinê ya sêyemîn de ew ê şehîd bibûna.

KEMAL PÎR YEKEMÎN ŞEHÎDÊ ROJIYA MIRINÊ

Kemal Pîr ê ku li navçeya Torûlê ya Gumuşhaneyê ji dayîk bûbû, li Komeleya Çandêya Xwendina Bilind a Demokratîk a Enqereyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kiribû. Di sala 1976’an de tevlî Apogeran bû û bû yek ji damezirînerê PKK’ê.

Cara pêşîn di 3’ê Hezîrana 1977’an de li Enqereyê hate girtin. Ew şandin girtîgeha Ordûyê lê di heman salê de ji girtîgehê reviya. Di sala 1979’an de li Bazarcixê hate girtin û ew şandin girtîgeha Rihayê. Pîr ji girtîgeha Rihayê jî firar kir. Piştre çû Sûriyeyê û li Filîstin û Lubnanê perwerdehiya gerîlabûnê dît. Pîr di sala 1980’an de dîsa hate girtin.

Kemal Pîr yek jî wan kesan bû ku di sala 1981’ê de qala rojiya mirinê kiribû. Piştî çalakiyên Mazlûm Dogan û çar şoreşgeran Kemal Pîr di 14’ê Tîrmehê de ketin rojiya mirinê. Kemal Pîr bû yekemîn şehîdê rojiya mirinê û 7’ê Îlona 1982’an de şehîd bû.

Kemal Pîr ê ku jê re digotin ‘Laz Kemal’, ji ber ku Tirk bû, Esat Oktay Yildiran û koma wî êşkenceyên giran lê dikirin. Di 22’ê Cotmeha 1988’an de Esat Oktay li Stenbolê beriya ku were kuştin ew ê gotina ‘Silavên Laz Kemal’ heye bibihîsta.

BERXWEDANA ROJIYA MIRINÊ YA SALA 1984’AN

Ligel ku berxwedan hebû li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê êşkence û zextên giran didomiya. Bi berxwedana 14’ê Tîrmehê re bi berxwedanê de hin êrîş hatibûn şikandin lê zexteke giran li ser girtiyên şoreşger hebû. Şoreşgerên Tirkiyeyê di sala 1984’an de li hemberî hiqûqa darbeyê ya li girtîgehan dest bi berxwedanê kirin. Daxwazên girtiyan wisa bû:

-Divê li girtîgehan êşkence û zext biqedin

-Divê mafê parastinê neyê astengkirin

-Divê polîtîkaya cilên yektîp were bidawîkirin

-Divê zagonên darizandinê werin sererastkirin

-Divê şertên jiyanê werin sererastkirin

-Divê mafê girtîbûna siyasî were dayîn

-Divê îdam were sekinandin.

Ev berxwedan cara pêşîn di 11’ê Nîsana 1984’an de li Girtîgeha Metrîsê hate destpêkirin. Di 12 û 13’ê Nîsanê de girtiyên Dev-Sol û TÎKB’ê yên li girtîgehên Metrîs û Sagmalcilarê dest bi berxwedanê kirin. Di roja 45’an de çalakî ji aliyê 14 girtiyên Dev-Sol û 3 girtiyên TÎKB’ê veguherandin rojiya mirinê. Di roja 55’an de 13 girtiyên din jî tevlî rojiya mirinê bûn.

Di roja 63’an de berxwedanê de Abdûllah Meral, di roja 66’an de Mehmet Fatîh Okutulmuş û Haydar Başbag û di roja 73’an de jî Hasan Telcî şehîd bûn.

MEHMET FATÎH OKUTULMUŞ

Mehmet Fatîh di sala 1940’î de li Trabzonê ji dayîk bû. Di sala 1968’an de li Zanîngeha Teknîkê ya Ortadogûyê tevî Sînan Cemgîl, Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan û Ûlaş Bardakçi yek ji pêşengê tevgera xwendekaran bû. Di sala 1977’an de Yekîtiya Komunîstên Îhtîlalparêz a Tirkiyeyê ava kir. Piştî darbeya 12’ê Îlonê de li Bagcilarê di şerekî de yê li dijî polîsan birîndar bû û di sala 1981’ê de li Edeneyê hate girtin.

Di êşkenceyan de navê xwe jî negot û tu zabitname îmze nekir. Okutulmuş di dadgehê de ev tişt got, “Em komunîst in û ji bo proleterya, azadî, serxwebûn û sosyalîzmê têdikoşin. Hûn xulamên axa û bûrjûwayê ne. Li ser navê wan hûn me didarizînin û biryara îdamê didin. Biryara we ne li xema me ye.

Em bimirin jî, bimînin jî ew ê şoreş nesekine û ew ê komunîzm rojekê bi ser bikeve.”

Okutulmuş di sala 1984’an de li hemberî polîtîkaya cilên yektîp tevî 3 milîtanên Dev-Solê di rojiya mirinê de şehîd bû.

BERXWEDANA LI DIJÎ HUCRE Û KINCÊN YEKRENG

Li girtîgehan ji destepêka salên 1980'yî ve rejîma cunta gelek caran hewl dida ku kincên yekreng pêk bîne. Desthilata ANAP'ê li dijî berxwedana li girtîgehan dest bi pêkanîna girtîgehên bi tîpa hucreyan bû. Prototîpa vê jî kirin Girtîgeha bi Tîpa Taybet a Eskîşehîrê.

29'ê Hezîrana 1989'an girtiyên siyasî yên girtîgeha Eskîşehîrê dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bilî vê her wiha girtiyên Girtîgehan Mêrdînê, ya Ceylan Tîpa Taybet, Meraşê, Meletî, Nazilî yên Tîpa E, Erganî, Dîlok, Emesya, Amed, Erzînggan, Bursa, Buca û RihayYê ji bo ku êrîşan şermezar bikin ji bo rabûna ''Giştînameya 1'ê Tebaxê'' an jî ji bo destekkirina greva birçîbûnê ya Girtîgeha Tîpa Taybet a Eskîşehîrê dest bi greva briçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

Di roa 34'an a çalakiyê de girtî sirgûnî girtîgehên Aydin û Nazîllliyê kirin. Huseyîn Erdogan û Mehmet Yalçinkaya ku piştî rêwîtiya 20 saetan, ya tî û birçî, piştî êşkenceyan jiyana xwe ji dest dan.

MEHMET YALÇINKAYA

Piştî berxwedana heta 1991an Girtîgeha Tîpa Taybet a Eskîşehîrê hate girtin û planên têkilî pergala girtîgehê ya bi tîpa hucreyan hate rakirin.

HUSEYÎN HUSNU EROGLU

Huseyîn Husnu Eroglu (Serdar) ku ji gundê Haculu ya Pulumurê 1945'an jidayikbûyî, ji ber sedema ku bavê wî karmend bû û li Dersimê dixebitî, li wir mezin bû. Dema ku tevgera Kurd nû ketî Dersimê bû dilxwazê Apogeran û di demeke kurt de tevlî nav têkoşîna rêxistinî bû.

Erdogan ku bi Kemal Pîr û Delîl Dogan re çûyî qada Filistînê û perwerdehiya leşkerî û siyasî standî piştre vegeriya Dersimê. Piştî darbeya 12'ê Îlonê gerîla kir, li Dersimê bi şerekî de dîl hate girtin. Eroglu ku pêşî li Xarpêtê û piştre li girtîgeha Amedê li dijî êşkenceyan li ber xwe dayî, piştî berwedanan sirgûnî Girtîgeha Eskîşehîrê bû.

Eroglu 1989'an dema greva birçîbûnê ya li dijî kincên yek reng û pergala hucreyê jiyana xwe ji dest da.

1996: BERXWEDANA LI DIJÎ HUCREYAN

1996'an Wezîra Dada Tirk Mehmet Agar û 1996'an Şevket Kazan ku peywir dewr girtî dîsa hewl da ku Girtîgeha Eskîşehîrê veke. Li gorî planê girtiyên ku li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Stenbolê dihatin darizandin wê bikirana girtîgeha tîpa hucreyYê ya Eskîşehîrê. Li dijî planê 1996'an Nîsanê li gelek girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Dawiya Hazîranê hijmara girtî û hikimxwriyan ên ku ketin greva birçîbûnê ji 2 hezaran derbas kiribû.

Piştî ku Kazan 9'ê Tîrmehê got wê girtîgeha Eskîşehîrê neyê girtî, greva birçîbûnê veguherî rojiya mirinê. 260 girtî ketin rojiya mirinê. Di roja 69'an de piştî Girtîgeha Eskîşehîrê ji girtiyên siyasî re hate girtin çalakî bidawî bû.

Di rojiya mirinê de 12 girtî jiyana xwe ji dest dan: Aygur Ugur, Altan Berdan Kerîmgîller, Ilgînç Ozkeskîn, Huseyîn Demîrcîoglu, Alî Ayata, Mujdat Yanat, Tahsîn Yilmaz, Ayşe Idîl Erkmen, Ulş Hîcabî Kuçuk, Yemlîha Kaya, Osman Akgûn û Hayatî Can.

2017: ÇALAKIYA 11'Ê NÎSANÊ

2007'an derketibû holê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha bi Ewlehiya Zêde ya Imraliyê hatiye jehrdan. Li ser vê, 18 çalakgeran, ku di nav van de Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî hebû, ji bo ku Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê derbarê rewşa Ocalan daxuyaniyekê bide û şandeyekê bişîne Imraliyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Greva birçîbûnê ya ku li Strasboûrgê dest pê kirî di demeke kurt de li gelek navendên Kurdistanê berbelav bû. Paralelî grevên birçîbûnê yên bêdawî, li çar hêlên Ewropayê, gelek çalakger li Strasboûrgê ji bo ku destkê bidin ketin greva birçîbûnê.

Di roja 33'yan de Kurdan li Strasboûrgê mîtîngeke mezin kirin. Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Feleknas Uca û 7 parlamenteran, ji bo ku şandeyeke serbixwe tedawiya Ocalan bike kampanyayeke îmzayan dane destpêkirin. Kurdistaniyên li Ewropayê di nav heftiyekê de 103 hezar û 417 îmze kom kirin. Îmza 11'ê Gulana 2107'an radestî Sekreteriya Lijneya Rêveberiya CPT'yê hate kirin.

Dema çalakiyê Ocalan jî peyamek ji bo çalakgeran şandibû. Ocalan ku têkilî greva birçîbûnê daxuyanî dayî, xwestibû ku kesên ketine grevê jiyana xwe nexin talokeyê. Ocalan gotibû, ''Têkilî şertên min ên tendiristiyê ne şaş bim ku li Strasboûrgê meş hatiye kirin. Greva birçîbûnê dewam dike. Kesên ku ketine greva birçîbûnê, b i teqezî divê neyê qonaxeke ku jiyana xwe bixin talokeyê. Ez naxwazim kesek ji bo min bimire. Ez slavan li hemûyan dikim.''

Piştî ku CPT şandeyeke şande Imraliyê greva birçîbûnê bidawî bû.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 2012'AN

Piştî ku tecrîda li ser Ocalan her ku çû hate girankirin, piştî operasyonên KCK'ê û Komkujiya Roboskê Kurdên li Ewropayê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ev çalakiya ku bi banga ''tevbigerin'' a li Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê, Parlamentoya Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovan û Yekîtiya Ewropayê 1'ê Adara 2012'an bi tevlêbûna Fuat Kav, Ahmet Çelîk, Mecbûre Ozer, Tarik Yusufî, Imam Yildiz, Gulîstan Hesen, Harûn Yilmaz, Kerîm Sîvrî, Emîne Benek, Nîgar Enayetî, Erol Polat, Hasan Acar, Ahmet Kiliç, Oner Uludag û Gonul Kaya dest pê kir.

Çalakî di roja 52'an a çalakiyê de bidawî bû. Li 150 komele û saziyê ku greva birçîbûnê dihate kirin, di heman demê de bidawî bû.