ROJEVA 23'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Çileya 2019'an.

-  Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtî di greva birçîbûnê de ne. Heta niha li 57 girtîgehan 224 girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.

- Heyva Sor a Kurdistanê ji bo piştgiriyê bide Efrîniyên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man derbasî Şehbayê bibin, alîkariya madî ya ji 300 hezar Euroyî şand.

- Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Yaser Meletî ji radyoya Dengê Welat re axivî û bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven. Meletî got, "Îro roja serhildanê ye, roja xwedîderketina li azadiyê ye."

- Komîteya Kampanya "Şîdeta li dijî Jinê polîtîk e" berxwedana Leyla Guven silav kir û bang li civakê bi taybetî jinan kir ku li ber xwe bidin.

- Di pêvajoya Şoreşa Rojava de tevî dorpêçiyeke giran, Efrîn bûbû modela sîstemeke demokratîk. Lê belê bi komkujî, talan û asîmîlasyona piştî dagirkeriyê, hewl didin Efrînê bikin bajarekî Tirk.

- Girtiyên siyasî yên li Elmanyayê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan dikin.